Pinar Bûlûnmaz a li Sêweregê hate qetilkirin, hate bîranîn

Meclîsa Jinê ya Semsûrê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Pinar Bûlûnmaz bi bîr anî ku li navçeya Sêwereg a Rihayê di 23'ê Sibatê de ji aliyê Ridvan Bûlûnmaz ve hate qetilkirin, ku pê re zewicî bû.

Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Semsûrê ji bo Pinar Bûlûnmaz a di 23’yê Sibatê de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji aliyê Ridvan Bûlûnmaz ve hate qetilkirin li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Ji bilî endamên Meclisê, ji malbata Bûlûnmaz Dîlek Comert û gelek jin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in” vekirin û dowîzên “Jin jiyan azadî” û “Em ne di şînê de ne di serhildanê de ne” hatin hilgirtin.

Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Semsûrê Rengîn Kilinc, diyar kir ku qetilkirina Pinar Bûlûnmaz bi îdiaya întîharê tê veşartin û got: “Êdî veşartina rastiyan ne pêkan e û em ê ji hemû kesên bûne hevkarên vê cînayetê hesab bipirsin. Yê ku Pinar ji jiyanê veqetand ne hevjînê wê ye, desthilata dijminê jinan e.”

Dîlek Comertê jî xwest ku faîl Ridvan Bûlûnmaz cezayê herî giran bistîne.