BI DÎMEN

Li Amedê pîrozkirina şampiyontiyê

Amediyên piştî serkeftina Amedsporê derketin kolanan, dest bi pîrozkirina şampiyontiyê kirin.

Amedspor

Amedspor a di Koma Sor a Lîga Duyemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têkoşîna şampiyontiyê dida li deplasmana Somayê 1 û 0 bi ser ket. Piştî vê serkeftinê li Amedê pîrozbahiyên şampiyontiyê dest pê kirin. Serkeftina Amedsporê ya ku hefteya pêşiya me dê bi Menemensporê re bilîze û heke têk biçe jî tê payîn dê bi averaja golan bibe şampiyan, li bajar tê pîrozkirin.

Alîgirên Amedsporê yên derketin kolanan ber bi Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ve herikîn. Alîgirên ku ji gelek aliyan ber bi Ofîsê ve meşiyan, alên tîma xwe hilgirtin û bi yek dengî strana “Dîren ha Diyarbekîr dîren” gotin. Alîgir niha seranserê bajar bi konvoya wesayîtan tûran diavêjin û korneyan lêdixin. Balkêş bû ku di konvoyan de hejmara jinan zêde ye. 

Welatiyên ku bi stranan coşa xwe didomînin cih bi cih wesayîtên xwe sekinandin û govend gerandin. Esnafên li Ofîsê jî li ber muzîkên li kargehên xwe vekirin govend gerandin. Pîrozbahî zêdetir li Semta Ofîsê didomin. Komeke alîgiran jî ji bo tîma Amedsporê ya ji Îzmîrê were pêşwazî bike, ber bi balafirgehê ve bi rê ketin.