TAJÊ ji jinên Efgan re nameyek şand: Rêya azadiyê têkoşîn û berxwedan e

TAJÊ bi wesîleya 8’ê Adarê nameyeke ji Efgan re şand û peyama “li dijî tundiyê rêya çareserî û azadiyê têkoşîn û berxwedan e” da.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo jinên Efgan ku li dijî her cureyên tundiya Talîbanê li ber xwe didin û têdikoşin, nameyek şand.

Nameya TAJÊ ya ji bo jinên Efgan şandî wiha ye:

“Di serî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Taybet li jinên têkoşer, berxwedêr û jinên şoreşger ku heya roja îro li hemberî zilma Talîban têdikoşin, serî hildidin pîroz dikin. Li dijî hişmendiya baviksalarî bi ruhê Clara Zetkîn a sembola 8’ê Adarê, Rosa Luxemburg a sembola yekitiya gelan, Xwişkên Mîrabel a sembola têkoşîna li dijî tundiyê, sembola serhildanê jina Êzidî Bêrîvana Cizîrê, Sakîna Cansiz a sembola têkoşîn û berxwedanê, Jîna Emînî ya sembola azadiyê û her wiha jina pêşeng a mafê jinan Meena Keshwar Kamal, felsefeya Jin-Jiyan-Azadî roj bi roj bilintir dibe.

DÎROKA AZADIYA JIN LI BENDA NIVÎSANDINÊ YE

Heqîqet ev e ku azadiya jin azadiya civakê ye. Ji ber vê sedemê sîstema kapîtalîzmê bi rêbazên cur be cur hewl dide îrade û hêza jin tune bike. Bêguman li hemberî zilm, koletî, şîdeta ku li ser jinan tê meşandin û di kesayeta jin de li ser civakê tê meşandin, tenê yek rêya çareserî û azadiyê heye ew jî têkoşîn û berxwedan e. Yê ku di roja îro de li Efganistanê û li tevahî cîhanê tê jiyîn ev rastî ye. Herdem çavkaniya hêza me jinan a tekoşînê, yekitiya me ye. Dîroka koletiya jin nehatiye nivîsandin, dîroka azadiya jin jî li benda nivîsandinê ye. Di sedsala 21’emîn de îro ji Şengal heya Rojavayê Kurdistanê, ji Efganistan heya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, li cîhanê agirê azadiyê her ku diçe gurtir dibe. Ev yek bi bedelên giran ava dibe lê azadî bê bedel nabe. Herdem di nav tarîtiyê de, heqîqet mîna rojê ye, pergal çi bike jî nikare pêşiya ronahî û germahiya wê bigire.

AN AZADÎ AN AZADÎ

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bê edaletî û zilma Talîban li ser civaka Efgan taybet a li ser jinên Efgan tu car qebûl nakin. Carek din em didin xuyakirin ku têkoşîna we ya jinên Efgan li dijî Talîbanê, em gelek girîng dibînin û silav dikin. Em herdem piştevanya we ne. Em di têkoşîna we ya ji bo jiyanek bi rûmet û demokratîk, serkeftinên bê dawî dixwazin. Carek din em 8’ê Adarê li we pîroz dikin û dibêjin An azadî an azadî.”