Li Silêmaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn

Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê diyar kir ku wan çalakiyên xwe yên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyarî pêşenga şoreşger Zelal Zagros a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin kirin û got ku wê sibê li cihê ku lê hat qetilkirin dest bi çalakiyan bikin.

Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê li Silêmanî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji aliyê Endama Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê Şeyma Nebîl ve hate xwendin.

Nebîl diyar kir ku 8'ê Adarê di têkoşîna jinan a li dijî mêtingerî, dîktatorî û desthilatdariya mêr de rojeke sembol e û got: "Hikûmet dixwaze têkoşîna jinê tune bike, lê têkoşîna jinan a azadiyê roj bi roj mezin dibe."

Nebîl da zanîn ku wan hemû çalakiyên xwe yên îsal diyarî giyanê Zelal Zagros (Firyal Silêman) a ku di 18’ê Çile de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kerkûkê de şehîd bû û got: “Sibe em ê dest pê bikin. Çalakiyên me yên 8’ê Adarê li cihê ku Şehîd Firyal Silêman lê şehîd bûbû, dest pê bike.”

Nebîl diyar kir ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Silêmaniyê di çarçoveya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de wê civîn û semînan li dar bixin, li hin bajaran jî pêşangehên wêneyan ên ku çanda Kurdan û jinan vedibêje bên vekirin.  Nebîl anî ziman ku wê serdana goristanên jinên bênav û saziyên jinan bikin.

Di dawiyê de Nebî got ku wê bi beşdariya gelek hunermendên jin konserek bê lidarxistin û dê meşên 8'ê Adarê bên lidarxistin.