Çand û hunera Kurdî di Festîvala Bihar a li Drancy de hate nasandin

Li banliyoya Drancy a Parîsê xebatên çand, huner û siyasî yên Kurdî di Festîvala Bihar de hate nasandin. Festîvala Bihar ji aliyê şaredariyê ve hate organîzekirin.

FESTÎVALA BIHAR

TEV-ÇAND a Fransayê beşdarî festîvalê bû. Di festîvalê de Çand û Hunera Kurdî hate nasandin.

Ji xeynî xebatên çand û hunerî, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de biyografî, pirtûk û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin û têkildarî pêngavê agahî hatin dayîn.

Di festîvalê de qala girîngiya pêngavê hate kirin û hat destnîşankirin ku di serî de li qada çand û hunerê, divê li hemû qadan bi çalakî û xebatên cuda pêngav were berfirehkirin.

Di rojên borî de, bi ser komeleya Drancy û malên welatparêzên Kurd de hatibû girtin û 8 aktîvîst hatibûn binçavkirin.

Aktîvîstên Kurd 27’ê Nîsanê roja Şemiyê hatin derxistina dadgehê û di bin kontrola edlî de hatin berdan.

Kurdan di festîvalê de nerazîbûn nîşanî polîtîkayên krîmînalîzasyonê jî dan û peyama “em li vir in” dan.

Festîval bi nasandina cil û bergên herêmî ya Kurd û muzîka wê, bi dawî bû.