Li Çilaxa jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Bi wesîleya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Çilaxa ya Kantona Cizîrê li ser banga Kongra Star meşek hat lidar xist.

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê li ser banga Kongra Star meşiyan.

Meşê ji pêşiya Çerxerêya Jinan a li rojhilatê navçeyê dest pê kir. Jinan cil û bergên gelêrî li xwe kirin û pankartên "Bi vîna jina azad em siyasetên qirkirinê, dagirkirinê û tecrîdê bi dawî bikin" hildan.

Li naverasta navçeyê meş rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveberiya Komîteya Dibistanan a navçeyê û endama Kongra Star Nezha Seyfudîn axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Dêrikê şermezar kir. Her wiha ev roj li jinan pîroz kir.

Nezhe wiha domand: "Jinan di 8`ê Adarê de gavên xwe yên yekemîn di rêya pêşketinê û bidestxistina, edalet û wekheviyê de avêt. Rêber Abdullah Ocalan jî, jin di civakê de kirin pêşeng û fermandar."

Nezhe Seyfudîn êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û êrîşa wê ya dawîn a li dijî Dêrikê şermezar kirin û bang li gel kir ku li hember êrîşan bibin yek.