Hevgirtina Jinan a li Ewropayê banga tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê kir

Hevgirtina Jinan a li Ewropayê got, “Bi coşa têkoşîna 8'ê Adarê banga me li hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê ye; Em tevlî mitîng û meşên ku wê di 8 û 9'ê Adarê de li hemû bajaran bên lidarxistin bibin. Em têkoşîna jinê bi rêxistin bikin."

Hevgirtina Jinan a li Ewropayê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo ku em hebûna keda jinê di nava pergala kapîtalîst a ku li ser xizanî, zayendîperestî û nîjadperestiyê mezin dibe nîşan bidin û li dijî îstîsmara kedê û şer, jiyana azad ava bikin, em bi hev re bimeşin û cihêrengiyên xwe nîşan bidin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Jinan, kedkarên tevnker ên ku hewl didin jiyanê azad bikin jî jibîr nekirin. Ji ber ku bi keda jinê, bi greva jinê 8’ê Adarê diyarî me kirin. Greva jinan bû perspektîfeke jinê. Grevê bi deh hezaran jin li dijî newekheviya mûçeyan, mafên kurtajê û îstîsmarkirina laşê kirin yek!

8'ê Adarê îro cewhera xwe dide têkoşîna jinê û bi derbaskirina bendan re jinan li dijî pergala kapîtalîst tîne ba hev. Pêwîste 8'ê Adarê bi destûr bibe roja betlaneyê!

Niha dor a me ye! Ji şer, nîjadperestî, şovenîzm, zayendîperestî, îstîsmar û baviksalariyê re cih nîne!

Ji Fîlîstînê heya Kurdistanê, ji Efrîkayê heya Ewropayê, ji girtîgehan heya kampên penaberan, ji kargehan heya dibistanan, heya hemû jin azad bibin, heya ku hemû mirovahî ji koledariya modern rizgar bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin!

Bi coşa têkoşîna 8'ê Adarê re banga me li hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê ye; Em tevlî mitîng û meşên ku dê di 8 û 9'ê Adarê de li hemû bajaran bên lidarxistin bibin. Em têkoşîna jinê bi rêxistin bikin.

Em hemû jinên ku li her qadê jiyanê têdikoşin, silav dikin! Em jinên Kurdistanê û Filîstînê yên ku bi salan e li dijî dagirkeran li ber xwe didin û têdikoşin silav dikin! Em jinên girtî yên siyasî yên li girtîgehên hemû cîhanê li ber xwe didin silav dikin!"