Jinên li Sineyê wê hilbijartinên Îranê boykot bikin

Çalakvanên jin ên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku wê hilbijartinên Parlamenta Îranê boykot bikin.

Çalakvanên jin ên parastina mafê jinan ên bajarê Sine, bi daxuyaniyekê ragihandin ku hilbijartinên 12’emîn ên Parlamenta Îranê wê boykot bikin.

Her wiha bang li gelên Îranê kirin ku di 1'ê Adarê de li malên xwe bimînin û hilbijartina bi vî awayî red bikin.

Di heman daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ guhertinek mezin di qada siyasî ya Îranê de çêkiriye. Ji bo wê em wek jinên çalakvanên Sine vê hilbijartinê qebûl nakin. Ji ber ku bingeha sîstema Îranê ji gelek kêmûkurtiyan pêktê. Vê hilbijartina ku tenê sembolîk û seranseriye, em nas nakin.

Di roja hilbijartinê ya 1’ê Adarê de, bi dirûşma ‘Ji sindoqan û ji nîşandana sîstema dîktatoriyê re na’ emê li malên xwe bimînin û biqêrin:

"Ji darvekirinê re na
Ji girtinên ji ber cudahiya ramanên siyasî re na
Ji desthilatdariya îdeolojîk re na
Ji binpêkirina mafên mirovan re na
Ji cudahiya zayendî re na
Ji dûrxistina mamostayên xwendinê û zanîngehan re na
Ji çewisandina xwendevanan re na
Ji çewisandina karkeran re na
Emê li malên xwe bimênin da ku nîşan bidin ku Tevgera Azadiya Jinê zindî û çalake."

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî hilbijartinên 1’ê Adarê yên Îranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew hilbijartin li dijî armanc û rêgezên “Jin, Jiyan û Azadiyê” ne û bang li her kesî kiribû ku wan hilbijartinan boykot bikin.