Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Di çarçoveya 8’ê Adarê de jin li gelek bajaran hatin ba hev û li dijî tundiya mêr-dewletê peyam dan. Di çalakiyan de berxwedêr hatin silavkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajaran bên lidarxistin didin. Di daxuyaniyên ku danezana TJA’yê ya 8’ê Adarê hate xwendin de soza bilindkirina têkoşîna jinan hate dayîn.

ŞIRNEX

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê û TJA’yê li navçeya Hezex a Şirnexê starta çalakiyên ku di çarçoveya 8’ê Adarê de lidar bixin bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Jin bi cilên xwe yên herêmî tevlî daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê hate dayîn bûn. Di daxuyaniyê de jinan dirûşmeyên “Divê kurdî bibe zimanê fermî”, “Ez kurdî dijîm” , “Jin jiyan azadî” , “Hêvî ji serkeftinê binirxtir e” hatin hilgirtin. Jinên ku beriya daxuyaniyê erbanê lêxistin û govend gerandin her tim dirûşma “jin jiyan azadî” berz kir. Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk, danezana TJA’yê ya 8’ê Adarê xwend. Piştî danezan hate xwendin daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî têkoşîna jinan” bi dawî bû.

STENBOL

TJA, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê, li ber avahiya DEM Partiyê ya Fatîhê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Ozgul Sakî û Kezban Konukçû Kok, namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Bajêr Gonca Yangoz, çalakvanên Nobeta Edaletê, Komeleya Dema Jinan û Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn.  

Di daxuyaniya ku coşeke mezin lê hebû de dowîzên “Dê van rojên tarî jin ronî bikin”, “Êdî bes e dem dema azadiyê ye”, “Dê tecrîd têk biçe, azadî bi ser bikeve” hatin hilgirtin. 

Di daxuyaniya ku pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” hate vekirin de endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Meltem Ozel danezana 8’ê Adarê bi kurdî xwend.

Piştî xwendina danezanê, namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, hemû jinên li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” têdikoşin silav kir û ev tişt anî ziman: “Ji Jîna Emînî heta Denîz Poyraz, ez li pêşiya bîranîna hemû jinên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dayîn bejna xwe ditewînim. Silava me ya din jî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de ye. Di rejîma derhiqûqî de li dijî îşkenceyê Nobeta Edaletê digirin. Tirkiye welatekî wiha ye. Li girtîgehan bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê. Em ê di şexsê wan de têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd, êşkence û bêedaletiyê bidomînin. Me îro starta çalakî, xebat û xwepêşandanên 8’ê Adarê da. Heta Meşa Şevê ya 8’ê Adarê jî dê jin li Stenbolê her li qadan bin.”

Bi domdarî Beştaş bal kişand ser hilbijartinan û wiha got: “Îktîdarê li şaredariyên bi perspektîfa azadîxwaziya jinê tên birêvebirin qeyûm tayîn kir. Serdestan, îktîdarê her wiha îradeya jinan xesp kirin. Em ê di 31’ê adarê de yek bi yek hemû şaredariyên xwe bi dest bixin. Em ê pergala xwe ya hevserokatiyê jî, rêveberiya jinan jî dîsa diyarî vî welatî bikin. Li Stenbolê dem dema jinan e.”

Piştre jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Jinan heta demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.  

Çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

ÇEWLIG  

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Çewligê û TJA’yê starta çalakî û xwepêşandanan ên 8’ê Adarê dan. Rêxistina DBP’a Çewligê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, namzeta hevşaredariyê ya Çewligê Çîçek Arîç û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ve em ji komkujiyên li dijî jinan re dibêjin bes e” hate vekirin.

Jinan di çalakiyê de qurdeleyên mor xistin berstûyê xwe û çîrokên Denîz Poyraz, Ozgecan Aslan, Îpek Er, Sakîne Kultur, Şule Çet, Rojwelat Kizmaz, Guldunya Tore, Jîna Emînî, Behiye Ecevît, Gulistan Doku û gelek jinên din ên hatine qetilkirin, neçarî întîharê hatin kirin û rastî destdirêjiyê hatin, xwendin.

Piştre jî parlamenter Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Çîrokên jinan ên li vê derê hatine xwendin cuda ne lê xaleke hevpar ê tevekan heye. Ew jî ew e ku tevek jî di encama polîtîkayên pergala mêr-dewletê de hatine qetilkirin. Ber bi 8’ê Adarê ve jin dê li her qadê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku em jin endamên tevgera ku têkoşîna jinan, têkoşîna azadiya jinan mezin dike ne. Weke tevgera jinên kurd, weke TJA’iyan em ê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê têkoşîna xwe bidomînin. Dê jin tu caran serî li ber mêr-dewletê netewînin.”

Aydenîz, bi bîr xist ku di nava 24 saetan de 8 jin hatine qetilkirin û got: “Sedema vê ev polîtîkaye ne.”