Îranê cureyekî nû ya balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn

Hêzên Parastina Şoreşê yên Îranê cureyekî nû yê balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn.

Hêzên Parastina Şoreşê yên Îranê, roja Yekşemê cureyeke nû ya balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn.

Li gorî nûçeya ajansa Tasnîmê ya girêdayî Hêzên Parastina Şoreşê, ev drona Îranê ya hatiye danasîn xwedî gelek taybetmendiyên Zala Lancet a ku di sala 2020’an de ji aliyê Rûsyayê hatiye hilberandin.

Ev balafirê keşfê (dron) a bi teqemenî barkirî ye, xwedî gelek taybetmendiyên mîna amûra ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye hilberandin. Tasnîmê her wiha vîdyoyek der barê vê dronê de parve kir. Taybetmendiya vê balafira bi teqemenî barkirî ew e ku her çend gelek tevger hebin jî li ser armanca xwe radiweste û di encama êrîşê de tine dike.