Rojnamevan Veyîsoglû yê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin

Nûçegihanê nûçeyên siyasî Ekîm Veyîsoglû yê li Stenbolê tundiya polîsan kişand û hevalê wî hatin binçavkirin.

Li rawestgeha metroyê ya Mecîdiyekoyê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê polîsan jineke penaber bi awayekî “tazî” derb kir û ew binçav kir. Di vê navberê de nûçegihanê nûçeyên siyasî Ekîm Veyîsoglû yê tundiya polîsan kişand, ewilî hewl hate dayîn were astengkirin, pişt re bi hevalê bi wî re hate binçavkirin.

Der barê Veyîsoglû û hevalê wî yên birin Amîrtiya Navenda Polîsan a Şîşliyê de bi sûcên “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye” û “Binpêkirina veşartina jiyana taybet” kirarî hate kirin. 

Tê payîn ku îfadeya kesên binçavkirî were girtin.