Mêran di rojekî de 8 jin qetil kirin: Banga çalakiyê hate kirin

Di 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li ser vê yekê KCDP’ê banga çalakiyê kir.

Bi nêzbûna 8’ê Adarê re li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin di nava 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinek jî bi giranî birindar bû.

Li navçeya Pamukkaleya Denîzliyê jina bi navê Nasim Gol a Efganistanî ji aliyê mêrê pê re zewicê yê bi navê Muhammet Esmail Habibî ve bi kêrê hat qetilkirin.

Ji navçeya Aliagaya Îzmîrê jina bi navê Ozlem Çankaya ji aliyê mêrê pê re zewicê yê bi navê Ahmet Çankaya ku ev demek bû jê cuda bû, di dema hevdîtina kar de bi kêrê hat qetilkirin.

Nûçeyên qetilkirina jinan ên di çapemeniyan de cih girtin wiha ne:

*Li Çekmekoya Stenbolê jina bi navê Emîne Ulku Araz ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve bi çekê hat qetilkirin.

*Li naveya Akyaziya Sakaryayê jina bi navê Hatun Ekrem Aslan ji aliyê mêrê bi navê Alî Riza Aslan ê ku pê re di pêavajoya hevberdanê de bû bi çekê hat qetilkirin.

*Li Bursayê jina bi navê Tuba Ateşcî ji aliyê mêrê bi navê Murat Demîr ku beriya salekê hev berdan bû ve bi çekê hat qetilkirin.

*Sevilay Karli ku li Pendika Stenbolê dijiya, ji aliyê mêrê bi navê Umit Karli ku beriya 5 salan hev berdabûn ve bi kêrê hat qetilkirin.

*Li Samsata Semsûrê Kasim A. Tuna A ya pê re zewicî, hevjînê xwişka hevjîna xwe Abidin A û zarokê wê yê 9 salî Mustafa A bi çekê qetil kir.

*Li Adanayê jina bi navê Nurselî K. ji aliyê mêrê bi navê Oktay D. yê ku hevber dabûn ve di serdegirtina cihê kar de hewl da bi çekê qetil bike. Nurselî K ya bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê tadawî dibîne.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li ser vê yekê banga çalakiyê kir.