JIN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên YJA Starê: Sala 2022’an wê bibe sala azadiya jinê
Gerîlayên YJA Starê peyama “Sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya jinê”dan û gotin ne tenê 8’ê Adarê hemû roj li çiyayên Kurdistanê wê bibe roja berxwedan û têkoşînê. -
Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî. -
'Li dijî girtiyên nexweş, polîtîkayeke dijminane heye'
Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi polîtîkaya dijminane nêzî girtiyên nexweş dibin. -
Ji bo jinên hatinî qetilkirin û dîl tên girtin hatin cem hev
Li Îzmîr û Enqerê ji bo jinên ku hatinî qetilkirin û yên dîl tên girtin hatin ba hev. Daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin. -
Çalakiyên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê merasîmên xwe yên 8’ê Adarê didomînin. Li Hesekê û Minbicê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê lidar xistin. -
Çalakiyên 8’ê Adarê berfireh dibin
Di merasîm û şahiyên 8’ê Adarê de peyama mezinkirina têkoşîna jinan ya li dijî pergala zilamsalar hate dayin. -
'Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin'
TJA, ANYAKAY-DER û EGE TUHAYDER’ê li pêşiya Girtîgeha Şakran a Alîogluyê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tecrîd bi dawî bibe û girtîgeh bên valakirin. -
‘Nebûna stargehan jinan neçarî xwekuştinê dike’
Çalakvanên jin ên li bajarê Kerkûkê ji bo parastina jinan li hemberî şîdet, kuştin û xwekujiyê daxwaza avakirina malên stargehî dikin. -
Îstîhdama jinan ne bi qasî ya nîvê mêran e!
Li gorî rapora sala 2021’an a TUÎK’ê îstîhdama jinan ne bi qasî ya nîvê mêran e. -
Varli: Jinên Kurd pêşengiyê dikin
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli got “Jinên Kurd dane ser milê xwe ku li dijî pergalê zîl bidin, biguherînin û pêşengiya geşedanê bikin.” -
‘Divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan’
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bal kişande ser rewşa girtiyan û zilma dewletê ya li girtîgehan û banga serbest berdana hemû girtiyan kir. -
Jin li qadan in: Bi berxwedaniyê û yekîtiyê em qezenc dikin
Jinan ji bo 8’ê Adarê daketin qadan û peyamên berxwedanî û yekîtiyê dan. Di merasîman de daxwaza azadiya girtiyên nexweş hat qêrîn. -
Ji Wûppertalê ji bo jinên dîl tên girtin kartên 8’ê Adarê hatin şandin
Jinên li Wûppertalê bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dîl tên girtin kart şandin. -
Şahiya 8’ê Adarê li Silêmanî dest pê kir
Şahiya 8’ê Adarê ya ji aliyê RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Berde Qehreman a ser bi Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan jin û xelkê Silêmanî û derdora wê dest pê kir. -
TJK-E'yê bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
TJK-E'yê bernameya çalakiyê ya 8'ê ya Adarê ya tevahiya Ewropayê aşkere kir û bang li jinan kir ku bi dirûşma,''Li ber xwe bide, rêxistinî bibe, bi azadî bijî!' tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin. -
KJAR: Di şoreşa Îranê de jin pêşeng in
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê şehîdên 8’ê Adarê bi bîr anî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. KJAR’ê her wiha bang li hemû jinan kir ku, bi boneya vê rojê divê jin yekîtiya xwe ava bikin û têkoşînê geştir bikin. -
‘Em ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne’
Fermandara Biryargeha YJA Starê Xelat Şemsê diyar kir çi kesê ku dilxwazên azadiyê ne, berxwedana jinên Kurd moralê wan geş dike, wêrekiyê dide wan û got “Em ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne." -
Jinên Wanê ji 8’ê Adarê re xwe kar kirine
Wan xwe ji bo şahînetên 8’ê Adarê hazir dike. Jinên Wanê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê saet di navbeyna 10:00’an-17:00’an li Parka Mûsa Anter a Aştiyê, 8’ê Adarê wê pîroz bikin. -
Jinên Kurd li Fransayê merasîmên 8’ê Adarê lidar xistin
TJK-F’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de li Fransayê merasîm lidar xistin. -
Jinên Dersimî wê 8’ê Adarê li qadan bin
Endama Platforma Jinan a Dersimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku dem hatiye dîwarên mirinê, tirs, zext û tundiyê hilweşînin û bibin yek. Yeşîl, bang li jinan kir ku qadên têkoşînê tijî bikin. -
Ji Koordînasyona Kongra Starê Loqo: Hemû jin 8 Adarê bila li qadan bin
Ji Koordînayona Kongra Starê Rîhan Loqo ji bo 8’ê Adarê bang kir û got, “8’ê Adarê em bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin qadan. Em jnên ku bi vîna xwe ya azad têdikoşin divê em ji cîhanê re ragînin ku em ê bi ser bikevin.” -
Jin li qadan in: Emê têkoşîna rêxistinbûyî mezin bikin
Jinan ku bi boneya 8’ê Adarê li gelek navendan hatin ba hev peyma mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî dan. -
Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. Di nava hefteyekê de wê bi gelek çalakî-merasîman ve balê bikişîne ser berxwedana jinan. -
Ronahî: Berxwedana li dijî artêşa NATO’yê ne jirêzê ye
Endama Konseya Biryargehê ya YJA Starê Jînda Ronahî got “Berxwedana li dijî dewleta NATO’yê, ku bi mehan li tûnelên biçûk dom kirî ne jirêzê ye” û bal kişande ser vîn û baweriya gerîlayan. -
'Ne tundiyê lê dixwazin pêşî li hevberdanê bigirin'
Rêvebera Komeleya Rosayê Parêzer Berfîn Polat got “Armanca AKP-MHP'ê ne ev e ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin lê dixwazin pêşî li hevberdanê bigirin.”