Îstîhdama jinan ne bi qasî ya nîvê mêran e!

Li gorî rapora sala 2021’an a TUÎK’ê îstîhdama jinan ne bi qasî ya nîvê mêran e.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di 4’ê Adarê de rapora ‘Bi îstatîstkan rewşa jinan a 2021’an de qala rewşa jinan a di nav civakê de kir.

Ligel ku nîvê nifûsê jin e, li gorî kesên temenê wan ji 15 salî zêdetir e, rêjeya jinên xebatkar ji sedî 26,3 e yê mêran jî ji sedî 59,8  e.

Rêjeya îstîhdamê ya herî kêm jî li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt e, rêjeya herî zêde jî li bajarên Tekîrdag, Edîrne, Kirklarelî ye.

Ji aliyê din ve jî jinên ku zarokên wan hene, ji jiyana kar qut dibin.  Di nav malbatên ku zarokên wan ên ji sê salî biçûktir in de rêjeya îstîhdama jinan ji sedî 25,2 e.

Li gorî îstatîskan asta perwerdehiya ku jinan stendiye dema zêde dibe, rêjeya îstîhdamê û ya di nav jiyana kar de jî zêde dibe.

Li gorî îstatîskan di sala 2007’an de rêjeya parlementerên jin ji sedî 9,1 bû lê di sala 2021’an de ev rêje bûye 17,4. Divê were diyarkirin ku ji nav 67 parlementerên HDP’ê rêjeya jinan ji sedî 25 e û di nav partiyan de ev rêjeya herî zêde ye.