Ji bo jinên hatinî qetilkirin û dîl tên girtin hatin cem hev
Li Îzmîr û Enqerê ji bo jinên ku hatinî qetilkirin û yên dîl tên girtin hatin ba hev. Daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
Li Îzmîr û Enqerê ji bo jinên ku hatinî qetilkirin û yên dîl tên girtin hatin ba hev. Daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çalakiya vê hefteyê ya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bal kişand ser aqûbeta jinên hatine windakirin. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Navçeya Konakê hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de li aqûbeta 21 jinên di binçavan de hatine windakirin pirsî.
Endama Komîsyonê Ayşenûr Kizaroglu daxuyanî xwend û xwest winda bên dîtin û kujer werin cezakirin û ev yek jî wezîfeya dewletê ye. Kizaroglu navê 21 jinên hatine windakirin rêz kir.
Jin piştî daxuyaniyê çûn PTT’ê û kartên 8’ê Adarê ji jinên girtî re şandin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 391’emîn de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê vê hefteyê ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê pêk hat û pankarta “Tedawî maf e û divê neyê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Endamên Platforma Jinan a Enqereyê beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend.
Turgut bal kişand ser astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û divê mafê girtiyên nexweş were parastin. Turgut da zanîn ku mafê girtiyan tên binpêkirin û yên mafê girtiyan jî binpê dikin jî bêceza tên hiştin. Turgut bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê 17 jinên girtî yên nexweş, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 18 jinên girtî yên nexweş, li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa T jinek girtî ya nexweş, li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’yê jî di nav de li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn herî kêm 37 jinên girtî yên nexweş hene. Turgut xwest hemû girtiyên nexweş divê tavilê werin berdan.