Jinên Wanê ji 8’ê Adarê re xwe kar kirine
Wan xwe ji bo şahînetên 8’ê Adarê hazir dike. Jinên Wanê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê saet di navbeyna 10:00’an-17:00’an li Parka Mûsa Anter a Aştiyê, 8’ê Adarê wê pîroz bikin.
Wan xwe ji bo şahînetên 8’ê Adarê hazir dike. Jinên Wanê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê saet di navbeyna 10:00’an-17:00’an li Parka Mûsa Anter a Aştiyê, 8’ê Adarê wê pîroz bikin.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, wekîlên Wanê jî wê hazir bin. Her wiha stranbej Rojda, Rewşan Çelîker û Şîlan Dora jî wê bistrên.
Hevseroka Bajêr a Wanê ya HDP’ê Handan Karakoyûn diyar kir dema xebatên ji bo 8’ê Adarê gel bi dilgermî pêşwazî li wan kiriye, bi kincên neteweyî, bi ziman û çanda xwe wan xebatên 8’ê Adarê dane destpêkirin, weke her carê ew ê li dijî hişmendiya feoal ku wan nas nake, bi ziman, nasnameya xwe peyamên xwe di 8’ê Adarê de bidin.
Karakoyûn têkilî şahînetê diyar kir li bajêr ew ê 8’ê Adarê bi rengekî bêhempa pîroz bikin, li hemû navçeyan, li taxan, li atolyeyan bi jinan re kom bibin, xebatên wan bi moralekî geş didome.
Karakoyûn got “Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî li şahînetê wê hazir be, her wiha 8’ê Adarê saet navbeyna 10:00’an heta 17:00’an li Parka Mûsa Anter a Aştiyê 8’ê Adarê bi tevlêbûna wekîlan, stranbêj Rojda, Şîlan Dora û Rewşan Çelîker were pîrozkirin.”
Karakoyûn bang li tevahiya jinan kir ku tevlî şahîneta 8’ê Adarê bibin.