Çalakiyên 8’ê Adarê berfireh dibin

Di merasîm û şahiyên 8’ê Adarê de peyama mezinkirina têkoşîna jinan ya li dijî pergala zilamsalar hate dayin.

Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî û şahî li dar xistin. Di çalakî û şahiyên îro ku peyamên berxwedanê hatin dayin de hate gotin, “Emê li dijî desthilatdariyê li qadan bin.”

COLEMÊRG

Li navçeya Gevera Colemêrgê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Gelek jin beşdar bûn. Piştî axaftinan hunermend Berfîn Aktay û Ayfer Duzdaş konser dan. Piştî konserê şahî bi dawî bû.

WAN

Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi wesîleya 8'ê Adarê komxebatek bi dirûşma "Em neviyên sêhrbazên ku li Rojhilata Navîn hatine şewitandin ne" li dar xist. Gelek kes beşdarî atolyeyek ku li avahiya KESK'ê hat lidarxistin bûn. Endamên komîsyonê yên ku beriya atolyeyê şal pêşkêşî beşdaran kirin, li dora maseya ku danîbûn kom bûn û kum û broş çêkirin. Berdevka Jinê ya KESK'ê Fûnda Demîr Bozkûrt diyar kir ku divê jin li dijî zêdebûna tundî, qetlîamên li ser jinan, tacîz û tecawizê bi hev re tevbigerin.

 RIHA

Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de panela "Di çarçoveya zayendperestiya civakî de jinbûn" li dar xist. Civaknas Selma Ateş, Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Taştan Arserîn û ji Komeleya Mala Jiyanê Sevînç Îzol Ozîpek wek axaftvan li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya li Avahiya Xizmetê ya Baroya Rihayê tevlî panelê bûn û panel jî ji aliyê Hevseroka Şaxa Rihayê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Ozlem Ulutaş Şengul ve hat birêvebirin. Li salona ku bi dehan kes beşdar bûn pankarta "Jin Jiyan azadî" hat daliqandin. Ulutaş a ku axaftina vekirinê ya panelê kir got ku jin bi têkoşîna hevpar dikarin li dijî newekheviya zayendî têbikoşin.

Selma Ateş li ser "xizaniya jinan" axivî û bal kişand ser "jinbûyîna xizaniyê" û got, “Jin kar û heqdestê wekhev nastînin û ev yek dibe sedem ku xizaniya jinan kûrtir bibe. Di sektorên xizmetguzariyê de didin xebitandin. Jin bi rengekî deryasayî û ne tomarkirî dixebitin. Di xwe gihandina çavkaniyên aborî de jî newekhevî heye. Jin di bidestxistina para mîrasê de zehmetiyan dikişînin. Jin li gundan jî tên xizankirin. Yek ji faktorên ku jinan xizan dike şer e. Her çiqasê ne bûne sedema şer jî, lê herî zêde jin di bin bandora wê de dimînin. Jin ji ber vê aştiyê dixwazin."

Fazîlet Taştan Arserîn, derbarê "mafê debarê" de derketina ji Peymana Stenbolê û bertekên jinan bi bîr xist û diyar kir ku jin dev ji peymanê bernadin.

Yek ji panelîstan Sevînç Îzol Ozîpek têkildarê "Azadiya jinê û ezmûna birêxistinkirina herêmî" vegotinek pêşkêş kir. Ozîpek anî ziman ku divê jin li dijî pirsgirêkên hevpar bi hev re têbikoşin û got, "Jin nîvê civakê pêk tînin, nîvê din jî ewên jin anîne dinê. Ya li dijî pergala mêtingeriyê ya ku timî pergala serdest a mêr li ser me dide ferzkirin dikeve ser milê jinê, berxwedaneke bênavber e."

 Ozîpek ku derbarê avakirina Komeleya Mala Jiyanê de agahî da, anî ziman ku wan li hemberî pirsgirêkên jinan xwe rêxistin kirine.

EDENE

Jinên endamên Nan û Gulê yên Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Navenda Çanda Selman-î Pakê merasîmek a skeç, helbest û muzîkê li dar xistin. Di çalakiya ku gelek jin lê amade bûn de jinan tevî muzîkê 8’ê Adarê pîroz kirin.

HATAY

Platforma Jinan a Îskenderûnê têkildarî civîna ku wê di 8'ê Adarê saet di 17:30'an de li Parka Wênekêşên Îskenderûnê pêk bînin belavok belav kir. Jinan bi belavkirina belavokan li kûçe û kolanên navenda navçeyê jin vexwend çalakiyê. Jinan behsa têkoşîna hevpar a jinan a li dijî pergala serdest a mêr kirin û gotin, "Em 8'ê Adarê saet di 17:30'an de li Parka Boyacilarê tên cem hev. De tu jî coş, hêrs û kena xwe bîne û were! Bijî 8'ê Adarê."

KONYA

Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jin di çarçoveya 8'ê Adarê de li avahiya Navçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin, "Em ê bi hev re biguherînin, jin jiyan azadî", "Ji girtiyên Kasînê re azadî", "Bijî 8'ê Adarê" û "Peymana Stenbolê ya me ye, em dest jê bernadin" hatin daliqandin." Li dîwanê zarok hatin bi cihkirin.

Gelek jin tevî zarokên xwe tevlî çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Kulu, Cîhanbeylî, Karatay û Konyayê ve hatî lidarxistin bûn. Çalakî piştî axaftin û gerandina govendê bi dawî bû.