Endama Koordînasyoan Kongra Starê ya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo têkilî 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji ANF’ê re axivî.
Loqo bal kişande ser rola Kongra Starê ya di Şoreşa Rojava de û got, “Ji bo ku şoreşa jinê were naskirin, têkoşîn were geşkirin, xebat werin mezinkirin, xwe bigînin hemû jinan, ji bo ku girîngiya Kongra Star were naskirin û destkeftinên jinan werin parastin xebat didome. Her kes meraq dike bê ka çima şoreşa me weke Şoreşa Jinê tê pênaskirin, li raza vê dipirsin. Raza vê ew e ku jinan di nav şoreşê de şoreş çêkirin, rêxistiniya xwe kirin, xwe perwerde kirin, xwe bi artêş kirin. Kongra Star xebateke civakî ye, ji ber ku ew bi xwe civak e. Ji ber vê jî di navbeyna civakê û Kongra Starê de ti mesafe nîne.
Loqo têkilî rêxistiniyên jinan ên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê diyar kir tevgera jinan a pêşî 15’ê Çile ya 2005’an bi navê Yekîtiya Starê hatiye ragihandin, ji ber zext û zordariya rejîma Baasê, ji ber ku bikaribe xwe bigihîne jinan, rêxisiniyê bike û perwerde bike bi rengekî veşartî hatiye ragihandin û bi berdewamî diyar kir, ji bilî vê li Rojava,Bakur-Rojhilatê Sûriyê Rêxistina Têkoşîna Tundiya Li Ser Jinê ya Sara, Rêxistina Nûdem, Meclîsa Jinên Sûriyê, Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilayê Sûriyê heye, li Reqa, Tebqa, Dêrazorê jî Civaka Jinan a Zenûbiya hatiye ragihandin.”
Loq got ew Kongra Star bi hemû rêxistinên jinan re ên di bin sîwana Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê de didin û distînin, bi hev re xebatan dikin û got, ‘”Têkilî 8’ê Adarê em hemû planaziyê bi tevgerên jinan re bi hev re rê ve dibin.”
Loqo her wiha got li Sûriyê heta bi astekê ew rêxistinî ne, li Heleb û Şamê rêxistiniya wan heye, li herêmên di kontrola rejîma Şamê de bi rêxistinên jinan re têkiliyê wan hene, li Libnanê navendeke wan a fermî heye, her wiha li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî navendên wan hene û ew dixwazin rêxistiniya xwe li Ewropayê jî geş bikin.
Loqo bi berdewamî diyar kir xebatên wan li ser mijara adalete bi rengekî berfireh didomin, wan xalên ku mafên jinan vedihewînin, yên li ser wekheviya zayendan, li dijî zewaca temenê biçûk, dijî zewaca bi zorê û dijî modêla malbata ne demokratîk dane pêş.
Endama Koordînasyona Kongra Starê Loqo her wiha diyar kir wan têkilî pergala hevseroktiyê xebateke berfireh kirine, bi pêşengiya jinan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê derbasî pergala hevseroktiyê bûne.
Loqo diyar kir ji bo ku mêr bikaribin pergala hevseroktiyê xweş fêhm bikin biryar li ser dane ku zilaman perwerde bikin û got, ‘”Li ser dîroka jinê, jineolojiyê, rastiya jinê, hişmendiya zilamê serwer, hevjiyanê pergala perwerdehiyê hate danîn û hema hema piraniya meran ji van aliyan ve hatin perwerdekirin. “
Derheqê rola jinê ya di xweparastinê de jî Loqo got, ‘’Xweparastin weke mafekî xweristî hate dîtin. Me pê derxistin ku parastina civak, xak û welêt ne tenê barê hêza leşkerî ye. Gel ji wê fikra ku YPG,YPJ, QSD, Asayîş divê tenê mala wan, taxa wan, kuçeya wan biparêze dûr ket, bû xwedî peywir û berpirsyariya xweristî. Xasma jî jinan ev peywir û berpirsyarî danîn û bi rola pêşeng rabûn. Ji bo ku xwedî li Şoreşa Jinê derkevin, jinan bi şev û roj destkeftiyên şoreşê parastin.”
Loqo her wiha got xebatên wan ên li ser perwerde, zanist û dîplomasiyê jî li pêş bûne, ji bo ku şoreş were naskirin, ji bo ku xwedî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê were derketin, ji bo ku dijmin ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Idlib, Cerablûsê were derxistin, belgeyên êşkenceyê yên dewleta Tirk, tecawîz, tundiya li ser jinan, revandin berhev kirine.
Têkilî xebatên li kampan jî Loqo got, ‘’Navendên jinan li kampan jî hene. Li wan bajarên ku di bin kontrala Rêveberiya Xweser de, xebat çawa têne rêvebirin, li kampan jî wiha têne rêvebirin. Ti cihêtî nîne. Helbet gel jî tevlî nav xebatan dibin. Gelê li kampan jiyaneke bi hev re, komunal dijîn û ji hêla manewî ve pir xurt in. ‘’
Loqo herî dawî bal kişande ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkilî geşbûna têkoşîna jinê û got, ‘’Bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo têkoşîna jinê geş bû, mezin bû û heta bi îro hat. Em jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşma, ‘’Em ê şoreşê biparêzin xaka xwe azad bikin’’, 8’ê Adara 2022’an azadiya fizîkî ya Rêber Apo bixwazin. Çi kesê ku xwe deyndarî Rêber Apo dibine divê li qadan be. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, azadiya civakê ye.
Em yekîtî, pevrebûn û rêxistiniya xwe, em civaka azad, wekhev û demokratîk ava dikin. Kesek nikare pêşiya vê bigire. 8’ê Adarê em bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin qadan. Em jnên ku bi vîna xwe ya azad têdikoşin, divê em ji cîhanê re ragihînin ku em ê bi ser bikevin.’’