Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. Di nava hefteyekê de wê bi gelek çalakî-merasîman ve balê bikişîne ser berxwedana jinan.
Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. Di nava hefteyekê de wê bi gelek çalakî-merasîman ve balê bikişîne ser berxwedana jinan.
Di navbera 1-8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê ve, di navbera 1-8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de meş, panel, çalakiyên çandî û şandina nameyan ji girtiyên jin re tê lidarxistin.
Însiyatîfa Jinên Kurd a Bêrîtanyayê wê 8 rojan bi dirûşmeya “Li berxwe bide, xwe birêxistin bike, azad bijî” rêze çalakiyan li dar bixe. Însiyatîfa Jinê ku bernameyeke berfireh amade kiriye, wê îsal li ser girîngiya piştewanî û yekîtiya jinan tekez bike. Însiyatîfa Jinê destnîşan kir ku nêzîkatiya li jinê nêzîkatiya li şoreşa azadiyê ye û wê balê bikişîne ser wê yekê ku têkoşîna hevpar a jinan a li dijî pergala serdest a mêr wê hê bêhtir mezin bikin û encam bigirin.
LI LONDRAYÊ HAT DESTPÊKIRIN
Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Londrayê bi şandina kartên ‘hevgirtinê’ ji jinên girtî re destpê kir.
Însiyatîfa Jinan a Londrayê ku ji Însiyatîfa Jinên Kurd, SKB, Elewî û rêxistinên jinan ên komeleyên herêmî pêk tê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber Postexaneya Brûce Grove hatin cem hev. Jinan gelek caran dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Di daxuyaniya li vir hat dayin de li ser navê Hevgirtina Jinan hat gotin, "Di dema ku em amadekariya pêşwazîkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin, em weke jin li dijî pêkhateya mêtinger, biçûkxistin, dûrxistin û nîjadperestiya zihniyeta serdest a mêr ya li dijî jin û gelan, dengê xwe bilind dikin. Desthilatdariya faşîst AKP-MHP ku nûnertiya pergala mêtînger û serdest dike rêvebirê polîtîkayên qirkirina jinan e. Yek ji nîşaneya herî girîng jî girtiyên jin ên siyasî yên ji aliyê rejîmê ve tên girtin e."
Bi boneya 8’ê Adarê, Yekîtiya Jinan bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina jinê dema parastina jinên azad û civaka azad e” hevgirtina xwe ya bi jinên girtî re nîşan da û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêran e.
Piştî daxuyaniyê jinan ji jinên girtî yên siyasetmedar Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag re kartên piştgiriyê şandin.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Çalakiyên ku Însiyatîfa Jinên Kurd nêzî 2 meh in li ser dixebitin û amadekariyên wan bi dawî bûne wiha ne:
Di 3'ê Adarê roja Pêncşemê de bi beşdariya hemû rêxistinên jinan ên çep ên Tirkiyeyê panelek li ser înternetê tê lidarxistin. Dîroka 8'ê Adarê û nêzîkatiya wan a têkoşîna azadiya jinê wê were nîqaşkirin.
5’ê Adarê roja Şemiyê saet di 12:30’an de meşa navendî ya bi pêşengiya Tevgera Jinan a Mafê Mîlyon Jinan, li navnîşana Kolana Agar WC2’ê bê lidarxistin. Wê jinên Kurd bi reng û stranên koroya jinên Kurd tevlê meşê bibe.
Koroya Jinên Kurd wê tevlî meşa navendî ku wê 8'ê Adarê roja Sêşemê saet di 18:00 de li Leîcester Sqûare ya Londrayê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinên Kurd û Meclîsa Jinan a Grevê pêk were, bibe.