'Ne tundiyê lê dixwazin pêşî li hevberdanê bigirin'

Rêvebera Komeleya Rosayê Parêzer Berfîn Polat got “Armanca AKP-MHP'ê ne ev e ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin lê dixwazin pêşî li hevberdanê bigirin.”

Polat diyar kir êrîşa li ser jinan û saziyên jinan pirhêlî ye.

Rêvebera Komeleya Rosayê Parêzer Berfî Polat got “Komeleya wan li dijî êrîşên AKP-MHP'ê yên li ser jinan û saziyên jinan û piştî girtina saziyên jinan ên bi BHQ'yan ava bûye.”

Parêzer Polat diyar kir bi êrîşa li ser jinan, muxalîfan û beşên din ên civakê tê xwestin ku desthilatadariya otorîter were mayindekirin û bal kişande ser plana çalakiyê ya Seroktiya Karê Diyanetê ku jine kirine hedefa xwe.

Polat got, ''Dibêjin di pêvajoya hevberdanê de û li ser jinên ku li malên stareyê dimînin wê rêbertiya dînî bikin. Em jin bi vê wiha şîrove dikin; bi bikaranîna dîn dixwazin jinan qanih bikin. Ji ber vê jî di planasaziya çalakiyê de ti polîtîkayeke wan nîne ku tundiya li ser jinê rakin. Em dibînin ku helwesta wan ne li ser tundiyê ye lê li ser wê ye ku dixwazin pêşî li hevberdanê bigirin. Dixwazin vê hişmendiyê li ser hemû civakê berbelav bikin.''

Polat her wiha diyar kir saziyên darazê yên dewletê jî li bara jinan xwedî helwesteke cihêkar e û got, ''Di dozên hevberdanê de em dibînin ku daraz jinan esas nabîne. Heqê nafakayê 370 lîre ye. Jin piştî ku dizewice ji ber ku ji jiyana perwerde û kar dûr dikeve, berê xwe dide keda navmalî. Di nav malê de ev ked tenê li ser jinê tê danîn lê dema hevberdanê ber pê nayê ku nafakaya hejariyê ya 370 lîreyî jî bide, em li dijî vê pergalê ne.''

Polat her wiha diyar kir tundiya li ser jinan û saziyên jinan pirhêlî ye û got “Pêvajoyeke heye ku ev pêvajo bi Peymana Stenbolê re geş bûye û êrîş tê ser hin xalên Qanûna Medenî. Polat her wiha êrîşa li ser jinên Kurd heye, rewşa Aysel Tûglûk bi bîr xist û got “Li girtîgehan li ser jinên Kurd jî êrîş didome. “

Polot got “Raporên Saziya Tiba Edlî bibêjin 'nikare li girtigehê bimîne' jî nayên berdan, jin bi piştevaniyê xwe dane ber vê pêvajoyê. “