Ji Wûppertalê ji bo jinên dîl tên girtin kartên 8’ê Adarê hatin şandin

Jinên li Wûppertalê bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dîl tên girtin kart şandin.

Jinên li bajarê Wûppertal a Elmanyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji jinên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê re kart şandin.

'EM CÎH Û WEXTÊ DIYAR DIKIN'

Jinan li ser kartên pîrozkirina Roja Jinên Kedkar a Cîhanê yên ji jinên di girtîgehan de dîl tên girtin re şandinî ev tişt nivîsandin:

“Jinên delal ku dem û mekan bê wate dikin. Zeman li gorî çi diherike? Li gorî saet, meh û salan? Em cîh li gorî çi dipîvin? Bi metreyan an tiştên ku di hundurê de cih digirin? Ev ne pîvanên dem û mekanê me ne. Dem encax wexta ku em biafirînin, bi dest bixin û zêde bikin diherike. Cîh bi mezinahiya hêvî, dil û berxwedana me diyar dibe. Ji ber vê yekê, eger hûn li pişt hesin û dîwarên kevir bin jî em dixwazin xwe bigihînin we. Em dixwazin mizgînî bidin we ku hûn ne bi tenê ne, hûn pir in, hûn ji hêla her kesî ve têne hezkirin û bêrîkirin. Em dixwazin ku hûn zanibin ku xwedî li hewildanên we tên derketin. Em dixwazin hûn silavên jinên welatekî dûr, welatekî sar ku bi hînkirinên we dilê xwe germ dikin wergirin.”

Li ser rûyê kartan ev peyam hatin dayîn:

“Ez şekildana jinê bêexlaqî dihesibînim. Xweda, jidayikbûna xwe ye. Jina azad wek rojê derdikeve. Divê jin bi hêz, azad û bi biryar bin. Jin hebûnek bi nirx e. Peyva jin, jiyan ji bo wê bi nirx e.

Hûn di Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de û di her roja me de ku em sonda têkoşînê dixwin hene. Em we hemûyan bi hezkirina azadî û heqîqetê hembêz dikin.”

Kartên ku jinan nivîsandin ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Viyan ve hatin şandin.