‘Nebûna stargehan jinan neçarî xwekuştinê dike’
Çalakvanên jin ên li bajarê Kerkûkê ji bo parastina jinan li hemberî şîdet, kuştin û xwekujiyê daxwaza avakirina malên stargehî dikin.
Çalakvanên jin ên li bajarê Kerkûkê ji bo parastina jinan li hemberî şîdet, kuştin û xwekujiyê daxwaza avakirina malên stargehî dikin.
Li bajarê Kerkûkê heya niha malên stargehî ji bo jinan nîne. Nebûna stargehên jinan, bûye sedem ku jin li Kerkûkê li hemberî şîdeta li dijî wan tê kirin bê stargeh bimînin û berê xwe bidin xwekuştinê. Ew jinên ku bi gefên kuştin, şîdet û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin, ji ber ku li bajarê wan bi xwe stargeh nînin, wan dişînin stargehên herêma Kurdistanê. Nebûna stargehan di rêxistinan de fikar û tirs çêkiriye. Ji ber ku pir caran rêxistinên heyî ji ber ku pena didin jinên ku rastî şîdetê hatinî bi gefan re rû bi rû dimînin.
‘ŞÎDETA LI SER JINAN BER BI REHENDEKE XIRABTIR VE DIÇE’
Berpirsa Buroya Kerkûkê ya Komeleya Hîwa ya Iraqê Sirûd Mihemed têkildarê pêwîstiya bajarê Kerkûkê ya bi stargehên jinan ji ANF’ê re axivî û got; “Nebûna stargehek aram li bajarê Kerkûkê kiriye ku bûyerên şîdetê zêdetir bibin û ber bi rehendeke xirabtir ve diçe. Her wiha bûye sedem ku rêjeya kuştin û xwekuştinê zêde bibe. Niha ji bo parastina jinan li hemberî şîdetê, dozger wan jinan vediguhazîne girtîgeha Tesfîrat a Kerkûkê ku ev yek jî dihêle li şûna parastina mafê wan jinan, mafên wan zêdetir bê binpêkirin.”
‘JINÊN DIREVIN JI ALIYÊ TORÊN TAYBET JI BO FUHÛŞÊ TÊN GIRTIN’
Sirûd Mihemed her wiha îşaret bi metirsiyên li ser jinên ku rastî şîdetê dibin kir û anî ziman; “Ji ber nebûna stargeh li herêmên başûrê Iraqê, jin ji ber şîdetê direvin û tên bajarê Kerkûkê da ku bikaribin xwe bigihînin stargehên Herêma Kurdistanê; lê li seytereyên herêma Kerkûkê destûr ji wan re nayê dayin ku derbas bibin. Ji ber vê jî li kolanên Kerkûkê dimînin û dikevin tora taybet ya fuhûşê û parskirinê. Li bajarê Kerkûkê torên wiha yên pir mezin hene ku jinan ji bo bi kar bînin dixin dehfikê, lê ger stargehek li wî bajêrî hebe wê demê em dikarin wan jinan ji destê wan toran biparêzin.”
‘HIŞMENDIYA ÎDAREYA NIHAYÎ YA BAJARÊ KERKÛKÊ JI MAFÊ JINAN BAWER NAKE’
Têkildarê hewldanên rêxistinên jinan ya ji bo çêkirina stargeh ji bo jinan li Kerkûkê Sirûd Mihemed ragihand; “Salên dûr û dirêj in ku em hewl didin li vî bajarî stargehekê ava bikin. Di dema parêzgarê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn de wî erê kiribû ku yek du stargehan ji bo me çêbike, ji ber ku haya wî ji rewşa nebaş a jinan ya li bajêr hebû.”
Sirûd Mihemed rexne li hikumeta herêma Kurdistanê jî girt û wiha axaftina xwe domand; “Dema ku hikumeta herêma Kurdistanê li bajêr desthilatdar bû, ji bo ku em bikarin jinan ji kuştin û ketina nav dehfika wan toran biparêzin, me gelek caran daxwaz ji wan kir ku stargehekê ji me re çêbikin. Lêbelê mixabin guh nedan daxwazên me. Hişmendiya îdareya nihayî ya bajarê Kerkûkê jî ji mafê jinan bawer nake û wisa dizane ku stargeh cihek e ji bo ku jin tê de karên xirab bikin. Niha ji ber zextên Neteweyên Yekbûyî plan heye ku di vî mehî de stargehekê li bajarê Kerkûkê çêbikin.”
‘HEBÛNA STARGEHAN RÊJEYA ŞÎDDETÊ KÊM DIKE’
Berpirsa Buroya Kerkûkê ya Komeleya Hîwa ya Iraqê Sirûd Mihemed îşaret bi bandora vekirina stargehê ya li ser şîdeta li dijî jinan kir û got, “Em ji parlementoya Iraqê dixwazin ku zagona têkoşîna li dijî şîdeta malbatê bipejirîne, ji ber ku di naveroka vê zagonê de behsa vekirina stargeha aram ji bo jinan hatiye kirin. Dema jin dizanin ku stargeheke aram ji bo parastina wan heye, kesên şareza tê de hene ku ji aliyê derûnî, qanûnî û civakî dikarin alîkariyê bidin wan. Her wiha hebûna stargehan bandoreke baş li ser bajêr çêdike ku rêjeya şîdet, kuştin û xwekujiya jinan kêm dike.”
‘ZÊDEBÛNA RÊJEYA ŞÎDETA LI SER JINAN TEYSANDINA CIVAKÊ YE’
Sirûd Mihemed herî dawî bal kişande ser zêdebûna rêjeya şîdeta li ser jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Rêjeya şîdet û kuştina jinan li gorî salên bihorî bi rengekî metirsîdar zêde bûye. Ev zêdebûna rêjeya şîdeta li ser jinan teysandina civakê ye ku niha têde hişmendiya ji mafê jinan bawer nekirin serwer e û gendelî û belavbûna rêjeyekî zêde ya çek di nav civakê de bûye sedem ku mafê jinan zêdetir bê binpêkirin.
Em wek rêxistinên mafê jinan me daxwaz kiriye ku dewreyeke perwerdeya taybet ji bo berpirs û dozgerên bajêr bê vekirin da ku zêdetir ji pirsgirêkên jinan fêm bikin.”
‘SERWERBÛNA HIŞMENDIYA ZILAMSALARÎ SEDEMA SEREKE YA ZÊDEBÛNA ŞÎDETA DIJÎ JINAN E’
Şêwirmenda Civakî Roşna Şiwan jî îşaret bi şêweyên şîdeta li ser jinan kir ku wiha pêde çû; “Niha rêjeya şîdet, kuştin û xwekujiya jinan ji bûyeran veguheriye diyardeyekî rojane. Zêdebûna rêjeya şîdeta li ser jinan ya di vê asta metirsîdar de çavkaniya xwe ji çend sedeman digire ku ew jî netendirûstbûna perwerdeya malbatê û belavbûna rêjeyekî metirsîdar a çek di nava civakê de ye. Her wiha sedema herî sereke ya vê zêdebûna şîdeta li ser jinan serwerbûna hişmendiya zilamsalarî ya di nava civakê de ye.”
‘CIHEK NÎNE KU JIN PENA XWE BIBE WÊ’
Roşna Şiwan her wiha behsa astengiyên ku wek çalakvanên mijarên jinan pê re rû bi rû dimînin kir û got, “Wek rêxistinên mafê jinan yek ji astengiyên herî mezin li pêşberî me nebûna stargehan e. Dema di civakê de li hemberî jinan şîdet tê kirin yan jî ji aliyê civak an jî malbata wan nayên qebûlkirin û tên dûrxistin, cihek nîne ku jin pena xwe bibe wê, lewma bera xwe didin xwekujiyê yan jî ji bo parastina jiyana xwe li girtîgehan dimîne ku mayina wan jinan di girtîgehê de û di nav kesên sûcdar dihêle ku bandoreke nerênî li ser derûniya wê jinê çêbike.”
HEBÛNA STARGEHAN DIBE SEDEM KU RÊJEYA ŞÎDETÊ KÊM BIBE
Çalakvana jin û şêwirmenda civakî Roşna Şiwan di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser girîngiya çêkirina stargehên jinan û axaftina xwe wiha domand; “Ji ber nepejirandina qanûna têkoşîna li dijî şîddeta malbatî, rêxistinên heyî nikarin li gel xwe jinan biparêzin. Lê belê eger stargeh hebin wê rêjeya şîdet û kuştina jinan bi rengekî ber bi çav kêm bibe.”
‘DOZGER JÎ NIZANIN WAN JINAN LI KU DERÊ BISITIRÎNIN’
Parêzerêr û çalakvana mafê jinan Çîmen Ehmed di derbarê pêwîstiya hebûna stargeh ji bo jinan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir; “Ez wek parêzer û çalakvanek a mafê jinan hebûna stargehê girîng dibînim. Ji ber ku dema jinek rastî gefên kuştinê tê, dozger jî ji bo parastina jiyana wan nizanin wan jinan li ku derê bisitirînin. Nebûna stargeh çavkaniya xwe ji ne pejirandina qanûna têkoşîna li dijî şîddeta malbatî digire.”
Mixabin ji ber nebûna stargeh, dema jinek rastî gefan tê, dadgeh ew jinane vediguhazîne girtîgehê. Ew jî cûreyeke şîdetê li dijî wê jinê ye ku di demekê de ti sûcek nekiriye lê vediguhazînin girtîgehê.”
‘JINÊN PARLEMENTER WEK JIN ERKÊN XWE PÊK NEANÎNE’
Di dawiyê de Çîmen Ehmed wiha sedemê ne pejirandina zagona têkoşîna li dijî şîdeta malbatî ya li ser jinê vegot, “Çend sal in ku em hewl didin zagona têkoşîna li dijî şîdeta malbatî li parlementoyê bê pejirandin, lê mixabin nehatiye pejirandin. Ne pejirandina vê zagonê çavkaniya xwe ji çend sedemên wek serwerbûna hişmendiya zilamsalarî ya di nav civakê, her wiha jinên parlementer wek jin erkên xwe pêk neanîne, dîsa di nava civakê de xwendinek li ser qanûna têkoşîna li dijî şîdeta malbatî ya li ser jinan baş nehatiye pêşxistin digire. Di demekê de ku ev qanûn bi tenê jinan naparêze, belku zarok û hemû endamên malbatên civakê diparêze. Di vê civakê de zêde girîngî ji malbatê re nehatiye dayin. Di demekê de ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê destpêkê pêwîst e ji malbatê ve dest pê bikin, ji ber ku malbat bingeha civakê ye.”