Şahiya 8’ê Adarê li Silêmanî dest pê kir
Şahiya 8’ê Adarê ya ji aliyê RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Berde Qehreman a ser bi Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan jin û xelkê Silêmanî û derdora wê dest pê kir.
Şahiya 8’ê Adarê ya ji aliyê RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Berde Qehreman a ser bi Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan jin û xelkê Silêmanî û derdora wê dest pê kir.
Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Jinan a Cîhanê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li devera Berde Qehreman a Silêmaniyê şahiyek lidar xistin.
Li qada şahiyê standên pirtûkên serokatî, berhemên destan û gelek berhemên din hatin danîn.
Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre jî peyama hevpar a RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şatû Mehemed ve hate xwendin. Mehemed hemû jinên têkoşer silav kir û got: “Divê hemû jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bûye mîmarê azadiya jinên bindest û taybet jinên Kurd têbikoşin. Em dibêjin wê ev sedsal bibe sedsala jina azad. Îro têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû cîhanê bûye hêvî û balê dikişîne ser xwe.”
Piştî wê Koma Em a Rojhilatê Kurdistanê û wê hunermend Jîna Saqiz derkevin ser dikê.
Koma MA ji Bakurê Kurdistanê jî hatiye tevlî şahiyê dibe.
Şahî bi hemû rengê xwe didome.