Jinên Dersimî wê 8’ê Adarê li qadan bin
Endama Platforma Jinan a Dersimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku dem hatiye dîwarên mirinê, tirs, zext û tundiyê hilweşînin û bibin yek. Yeşîl, bang li jinan kir ku qadên têkoşînê tijî bikin.
Endama Platforma Jinan a Dersimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku dem hatiye dîwarên mirinê, tirs, zext û tundiyê hilweşînin û bibin yek. Yeşîl, bang li jinan kir ku qadên têkoşînê tijî bikin.
Tê gotin ku 'Dîrok ne di tiştên ku tên nivîsandin de, di nav tiştên ku nayên nivîsandin de veşartiye'. Ev hêvî, di çîrokên windahiyan a ku jinên ketine pey şopa wê li çiyayên azad hêşîn dibe. Dîroka windahî ya jinan êdî di pênûsa gerîlayên li çiyayên Dersimê ne jinûve dijî.
Li ser nav û bîranîna hemcinsê xwe yên hatine windakirin... Têkoşîna azadiyê ya ku Sakîne, Zîlan û gelek jinên din bilind kirine, li ser vê axê li dijî tundiya mêr-dewletê dibe mertal.
BI ÇEKA DEWLETÊ JIN TÊ HEDEF GIRTIN
Dersim ku navenda têkoşîna azadiya jinê ye, bi vê taybetmendiya xwe yek ji cihên ku êrîşên mêr-dewletê lê tên jiyîn.
Di 20’ê Gulanê de li ser rêya bejahî ya Dersim û Pulurê jina bi navê V.Y. Dema li rawestgeha otobusê disekînî, bi hinceta “gumanbarê xwekujî ye” rastî tundiya du leşkeran hat û bi çeka lûle dirêj hedef hate girtin. Jina ku bi mudaxeleya kesên derdor hat rizgarkirin, der barê bûyerê de serlêdana sûc kir û 2 leşker ji kar hatin dûrxistin.
QEDEXE Û CEZAYÊN KEYFÎ YÊN LI DIJÎ JINAN
Dewlet, têkoşîna jinê ya ku li Dersimê mezin dibe hedef digre. Li Dersimê dewletê çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê qedexe kirî bû.
Li Dersimê xebatên jinan ên di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdara borî de, welatiyê bi biryarekê vekirina standên li taxan û belavkirina broşurên jinan asteng kirin.
Jinan di 27’ê Cotmeha 2020’an de li dijî tacîza H.P ya ku li xwaringehekê dixebite û nêzî xwediyê kargehê ye, li dijî jineke ku di heman kargehê de dixebitî, çalakî li dar xistin. Li 15 jinan bi hinceta "Qedexeya çalakiyan" 3 hezar 150 lîre ceza hat birîn û der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Tê zanîn ku li Dersimê hin kafe û xwaringeh bi taybetî ji bo tiryak, îstismar û fuhûş hatine vekirin û destûra kar jî ji aliyê waliyê demê û qeyûm Tuncay Soner ve hatiye dayîn.
DU SAL E GULISTAN DOKÛ WINDA YE
Pirsa ku ji 5‘ê Çileya 2020‘an û vir de tê pirsîn neguheriye: Gulistan Doku li ku ye? Malbata wê ji bo eqûbeta Dokû hinbibe zêdetirî 2 sal in têdikoşe.
Zaînal Abarakova ku gumanbarê sereke yê windakirina Gulîstanê bû, ji aliyê Waliyê Dersimê yê wê demê Tuncay Soner ve birin Rûsyayê. Bi vî awayî delîl ji aliyê dewletê ve hatin reşkirin.
Di doza Gulistanê de ku kiryar tên parastin, cezayê pere û destgîrkirin li malbatê tê ferzkirin. Malbata Gulistanê timî dihat destgîrkirin, li Enqereyê jî li ber avahiya wezaretê ku di çend rojên borî de li benda hevdîtina bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê bû, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
WÊ DERSIM DI 8’Ê ADARÊ DE LI QADAN BE
Endama Platforma Jinan a Dersimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku wê di 8’ê Adarê de li qadan bin û banga beşdarbûnê li jinan kir. Yeşîl da zanîn ku jin her roj rastî komkujiyeke nû, tundî û tacîzê tên û destnîşan kir ku ew ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin.
Di berdewama axaftina xwe de Yeşîl bal kişand li ser lêpirsîna Gulistan Dokû û wiha pê de çû: “Di lêpirsîna Gulistanê de lêpirsînek bi bandor nehat kirin û tê xwestin ku berpirsyaran biparêzin û bûyerê bidin jibîrkirin. Heta ku Gulistan Dokû were dîtin wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê timî pirsa, Gulistan Dokû li ku ye? Pirs bikin.“
‘DIVÊ ZIMANÊ DAYIKÊ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ‘
Yeşîl, dersên hilbjartî rexne kir û wiha berdewam kir:“Zimanê me yê dayikê, yek ji sedemên hebûna me ye, bi polîtîkayên netew-dewletê tê qedexekirin, asîmîlekirin û nayê qebûlkirin. Divê zimanê me yê zikmakî li dibistanan ne wek dersa hilbijartî, wek zimanê perwerde û hîndekariyê bê dayîn.”
‘DEMA HILWEŞANDINA DIWAR Û YEKÎTIYÊ YE'
Yeşîl, banga serbestberdana girtiyên nexweş kir û got:““Îro li girtîgehan bi dehan girtiyên siyasî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê terkî mirinê hatine kirin. Ji bo girtiyên jin ên nexweş ên di şert û mercên ku wijdanê mirovahiyê qebûl nake, ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar in, nayên dermankirin di girtîgehan de tên hiştin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Dem hatiye dîwarên mirinê, tirs, zext û tundiyê hilweşînin û bibin yek. Em li dijî wan kesên ku hewl didin me di malan de bihêlin, yên ku bêtir xizanî, bêtir şîdet, bêtir bêpêşerojê pêşkêş dikin, nerazî dikin. Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Jinên Kedkar a Cîhanê, em bi hêrs, serhildan, gotin û rengê xwe têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek wekhev, bê şîdet û azad bikin yek."
Di 8’ê Adarê de jinên Dersimê wê li kolana Hunerê bimeşin û li Qada Seyît Riza mîtîngê li dar bixin.