Jinên Kurd li Fransayê merasîmên 8’ê Adarê lidar xistin

TJK-F’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de li Fransayê merasîm lidar xistin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy û Vîlleneûve çalakî li dar xist.

Jinan ji bo taştê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûve hatin cem hev, piştre fîlma Şerê Jinê ya bi derhêneriya Mylêne Saûloy hat temaşekirin. Fîlma ku behsa qadên têkoşînê û îdeolojiya jinên Kurd dike rastî eleqeyê hat. Mylêne Saûloy ku zêdetirî 10 sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Rojava jinên Kurd dişopîne, di dawiya sala 2015'an de careke din çû cem wan. Niha têkoşîna xwe gav bi gav dide nasîn.

JIN HATINÎ QETILKIRIN HATIN BÎRANÎN

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy jinan di panela bi mijara 'Têkoşîna jinan û cînayetên jinê ya siyasî' li hev civiyan.

Endama TJK-E Guneş Ardûç tevlî panelê bû û got:

"Dema em cînayetên siyasî yên di siyaseta Kurd de dihizirin, yekem tişta ku tê bîra me Sara, Rojbîn û Ronahî ne. Hilbijartina van hevalan di nava Têkoşîna Azadiya Kurd û Azadiya Jinê de, ne xweber bû. Têkoşîna şoreşgerî ya ku ev 50 sal in bi israr dewam dike heye. Di nav vê yekê de jî têkoşina jinê rehendekî girîng e. Em xistin girtîgehan, xizmên me hatin qetilkirin û em hatin qetilkirin. Sara, Rojbîn û Ronahî nûnertiya sê nifşên tevgera jinê dikin."

'KURD DÎWARÊ TİRSÊ DERBAS KİRİNE'

Ardûç di dewamê de anî ziman, "Qirkirina Sêvê, Pakîze û Fatma yên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin jî di nava şer de bi armanca ku têgihiştinek bê çêkirin bû."

"Garîbe Gezer jinek bû ku ji kevneşopiya şoreşgerî dihat. Destpêkê ket girtîgehê, piştre rastî tecawizê hat û hat gotin ku xwekujî kiriye. Eger xwekujî kiribe jî ev cînayet e. Ji ber ku bi tiştên ku hatin serê wê ew neçarî vê yekê hat kirin. Pergal nikare hemû jinan bikuje, lê hewl dide civakê bitirsîne.Tirs tişteke ku mirovan bêdeng dike.

Kurdan ev dîwarê tirsê derbas kirine. Jinên Kurd jî wisa ne. Divê jin di hemû qadên jiyanê de zanibin bêjin 'na'. Ne tenê ji tundiya hovane ya dewletê re, belku di hemû qadên jiyanê de jî divê bê zanîn bê ka em ji bo çi û çima dibêjin na. Tevlîbûna çalakî û çalakiyên 8'ê Adarê yên li pêşiya me gelekî girîng e."

Piştî panelê jinan beriya çalakiya 8'ê Adarê li ser maseya jinan sohbet kirin.