‘Divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan’

Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bal kişande ser rewşa girtiyan û zilma dewletê ya li girtîgehan û banga serbest berdana hemû girtiyan kir.

Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek da. Gelek jin beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxên Mêrdînê hat dayin bûn.

Murvet Çam daxuyanî da. Çam da zanîn ku ev demeke dirêje li girtîgehan tecrîd û binpêkirina mafan di asta herî jor de ye û got, “Di encama polîtîkayên tecrîda mutleq û nehiqûqî yên hikûmeta AKP-MHP’ê de girtîgeh veguherîne malên mirinê. Di rastiyê de, girtîgeh ji berê heta niha ji bûyîna qada binpêkirina mafan, lêdan û muameleya xirab wêdetir neçûye.

Çam diyar kir ku êşkence, tacîz û tecawizên sîstematîk li girtiyên jin ên li girtîgehan tên kirin roj bi roj zêde dibin, Çam tiştên ku Garîbe Gezer li girtîgehê jiya û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da bibîr xist û got, "Bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan re, girtiyan bi zanebûn ber bi mirinê ve dibin. Bi rastî jî di van demên dawî de li girtîgehan gelek cenaze derketine."

SERBEST BERDAN BI RENGEKÎ KEYFÎ TÊN ASTENGKIRIN

Çam da zanîn ku girtîgeh ji tenduristbûyînê dûr dikevin û wiha got: “Sewqiyatên ji bo nexweşxaneyê, muayeneyên kelepçekirî, dermankirinên netemam û ne têr, zehmetiyên di peydakirina dermanan de, nebûna doktor li nexweşxanê pirsgirêkên sereke ne. Bi dehan girtiyên ku divê serbest werin berdan, ji ber raporên bi hincet, alîgir û kêfî yên rêveberî û lijneya çavdêriyê girtiyên li girtîgehê dimînin, nayên berdan. Li girtîgehan her çiqasê yek ji van rewşan nehatibe jiyîn jî lê bi hincetên neheq ên weke bertekên li hemberî pêkanînên nehiqûqî, ketina greva birçîbûnê, berxwedana li dijî lêgerîna tazî, hin caran jî ji ber nêrînên siyasî raporên neyînî tên dayîn. Ji ber van hemû raporên keyfî û neheq ên bi armanca zextê li wan tê kirin, girtiyên ku mafê berdanê girtine nayên berdan.”

'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊN BERDAN'

Çam bal kişande ser biryarên Saziya Tipa Edlî ya li ser rewşa Aysel Tûglûk û ragihand: “Em êdî nikarin bêdeng bimînin ku jiyana Aysel bi vî rengî dixin xeteriyê. Em bang li saziyên Tiba Edlî dikin ku ji mebestên siyasî dûr bisekinin. Parastina mafê jiyanê ne siyasî ye; divê li gorî exlaqê mirovahî, hiqûqî, wijdanî û zanistî be. Divê Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em careke din diyar dikin ku divê daxwazên mafdar ên girtiyan bên bicihanîn, parastina hemû mafên girtiyan ên tenduristî û jiyanê û hemû astengiyên li pêşiya gihandina xizmetên tenduristiyê bên rakirin û em bang li hikûmetê dikin ku demildest dest ji van pêkanînên ku digihîjin asta binpêkirina mafên mirovan berde."