Varli: Jinên Kurd pêşengiyê dikin
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli got “Jinên Kurd dane ser milê xwe ku li dijî pergalê zîl bidin, biguherînin û pêşengiya geşedanê bikin.”
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli got “Jinên Kurd dane ser milê xwe ku li dijî pergalê zîl bidin, biguherînin û pêşengiya geşedanê bikin.”
Jinên Kurd xwe kar dikin ku 8’ê Adarê derkevin qadan. Hevseroka Colemergê ya HDP’ê Humeyra Armût destnîşan kir jin li qadan, zindanan û kargehan li dijî vê pergala zilamserwer a yekreng bersiva xurt a hewce texsîr nakin.
Armût ji bo krîza Tirk a bi polîtîkayên faşîst herî pir jin karîger dibin û got “Tacîz û tecawiz tê asayîkirin fihûş û madeyên hişkujiyê têne teşwîqkirin. Jin û ciwanên Kurd dikişinin nav vê û li nav civakê basîtkirin.”
Armût diyar kir di şexsê wekîlên jin de nasnameya jinê dikin hedef, dixwazin peyamê bidin jinan û got, “Jin zêdetir hejar bûn. Jin weke hêza erzan a kar têne dîtin. Jin zêdetir di nav malê de têne asêkirin û li dijî vê tiştek nehate kirin. Jin dîsa jî li qadan, zindanan, malan û kargehan li dijî vê pergala zilamserwer a yekreng bersiva xwe texsîr nake.”
Armût diyar kir xebatên 8’ê Adarê 1’ê Adarê dest pê kirine, li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê ew ê şahînetan bikin û li Çelê û Şemzînanê jin bêne gel hev.
Hevseroka Wanê ya DBP’ê Gulderen Varli jî got “Jinên Kurd li dijî vê pergalê mil didin hemû beşên civakî, dibin pêşenga zîldan, guherîn û geşedanê.”
Varli diyar kir dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe dixwaze têkoşîna mafdar a Kurdan terorîze bike û got, ‘’Di vê pêvajoyê de pergal hemû amûrên gemarî bi kar tîne, ji nirxên wê dûr dixe û dixwaze bixe nav jiyaneke ketî. Ji ber hinde, ev 5-6 sal in dewletê her cure çalaki û bername qedexe kirine. Li gel hemû astengiyan jî jinan hewl daye ku ji nû ve hilberînin û bi ser jî ketine. Li dijî êrîşên hovane, têkoşîna jinên Kurd, rêxistiniya jiyana azad û pêşverû kiriye û li dijî êrîşên pergalê bûne lat û zinar. Têkoşîna Kurdan gav bi gav bi pêş ve bir, hêvî da. Jina azad û pêşverû, wê aştî, hezê, wekhevî û xwîşk û biratiyê bîne navmalê, cografyaya xwe û hemû cîhanê.”