Gerîlayên YJA Starê: Sala 2022’an wê bibe sala azadiya jinê

Gerîlayên YJA Starê peyama “Sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya jinê”dan û gotin ne tenê 8’ê Adarê hemû roj li çiyayên Kurdistanê wê bibe roja berxwedan û têkoşînê.

Gerîlayên YJA Starê di peyamên xwe de gotin sala 2022’an wê bibe  sala azadiya jinê û Rêber Apo.

Yek ji gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin got divê 8’ê Adarê bibe roja têkoşîna jinan a li dijî zilmê.

Aydin got, “8’ê Adare wê nebe weke wan salên ku di dîrokê de bi zilmê derbas bûyî. Bi vê bingehê em hêzên YJA Starê li Qadên Parastinê yên Medyayê bi asteke çalaktir tevlî 8’ê Adarê bibin. Bi kelecanî, moral û coşiya ku me ji 8’ê Adarê standî, ji bo ku em pêşengiya têkoşînê bikin, em her cihî dikin qada berxwedanê. Em bawer dikin  li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojhilat û li hemû qadên cîhanê jinên Kurd ku têdikoşin, îro jî li dijî zilmê, wê xwedî li hêza xwe, rola xwe û daxwaza xwe derkevin. Daxwaza me jî ev e. Li vê qadê şerê giran hate kirin, şerê ku ji dîrokê re bibe mînak tê kirin. Gelek şehîdên hêja hatin dayin. Bi wesîleya şehîdan wê helwesta me geştir bibe da ku em bikarin li mîrateya xwe xwedî derkevin.”

Zîlan Aydin bi berdewamî got divê li dijî dagirkeran şerekî giran were kirin, jin li hêz û vîna xwe xwedî derkevin, daxwaz û hêviya wan a herî mezin ew e ku îsal bibe sala azadiyê, sala azadiyê ya jinên ciwan û Kurdistanê û Rojhilat Navîn. Aydin her wiha got divê ew çalakiyeke wiha bikin ku bikaribin xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin ku Ocalan kiriye ew bi vîn, hêvî, bîrweriya xwe hev nas bikin.

Ekîn Malazgirt jî destnîşan kir îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan ji bo jinan xelateke mezin e, gotina, “Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinan” a Ocalan bi bîr xist û got, ‘’Bivênevê kelecaniyekê dide mirov. Ev roj ji bo me gerîlayên YJA Starê xwedî maneyeke dîtir e. Ji bo me xaleke herî mezin îdeolojiya Rêbertî ye.”

Malazgirt bal kişande ser têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê û got “Mirov dikare bibeje jin di nav PKK’ê de, di nav YJA Starê de gihaştine asta xwe ya herî bilind. YJA Star nasnameya herî rast e a jinan e, gewherê wan e. Ya ku rêya herî rast şanî jinê dide, pêşengiya wê dike PKK ye. Ya ku ev pêşengî dayî me Rêbertî bixwe ye. Armanca me ya herî mezin jî ev e ku em bi rola pêşengiyê rabin ku Rêbertî ev ji me xwestiye. Rêya herî rast û vekirî rêya YJ Starê ye. Ango çiya ye.”

Jiyan Tiltemir jî got sala 2022’an wê bibe sala azadiya jinê û ne tenê ev roj, hemû roj ji bo gerîlayên YJA Starê yên li çiyayên Kurdistnaê sala berxwedan û têkoşînê ye û got, “Em YJA Star divê pêşengiya vî şerî bikin, ne tenê ji rojekê, hemû rojan, hemû gavan, di şer de bi nasnameya xwe ya jinê cih bigirin û di nav berxwedanê de bin, bi felsefeya Rêber Apo ya ji bo gihaştina jiyana azad li qadên şer divê jin pêşeng bin. Em YJA Star vê dikin.”

Tiltemir bi domdarî got, “Ji bo me nirxekî hêja ye ku bi felsefeya Rêber Apo em xwe nas bikin û li çiyayên Kurdistanê têbikoşin. Ji bo me gerîlayên YJA Starê xwedîderketina li wan nirxên ku jin çêkirin û têkoşîna ji bo van nirxan li asta herî jor e.

Jiyan Tiltemir diyar kir jin wê li çiyayên Kurdistanê 8’ê Adarê bi rengekî bêhtir berxwedêr û şerekî geştir pêwazî bikin û got, ‘”Sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo, bibe sala azadiya jinê. Bawerî û îdîaya me ev e.”