JIN
Hemû Nûçe
-
Mêran di meha Tebaxê de 31 jin û 7 zarok qetil kirin
Mêran di êrîşên xwe yên meha Tebaxê de 31 jin û 7 zarok qetil kirin. -
Di Konferansa Jinan a Cîhanê de Atolyeya Jinelojiyê
Li Tûnisê 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê berdewam dike. Di Konferansêde Atolyeya Jinelojiyê hat çêkirin û bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di destketiyên jinan de. -
'Sîstema Hevserokatiyê jinan hemûyan temsîl dike'
Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa destnîşan kir ku modela rêveberiya xweser li Rojhilata Navîn tecrûbeyeke nû ye û destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê jî jinan hemûyan temsîl dike. -
Li Wanê mirina bi guman a jinekê
Hat îdiakirin ku Neslîhan Arvas, gava paqijkirina cama xaniya xwe ji qata çaran de ketiye. -
Jinên Merîwanî ji ber nebûna ewlehiya civakî xwepêşandanek kirin
Jinên Merîwanê ku li ber avahiya dozgeriyê ya li bajêr çalakî li dar xistin daxwaz kirin ku ewlehiya civakî bê dabînkirin. -
Li Stenbol û Semsûrê xwedî li Semra Guzel hate derketin
Li Stenbol û Semsûrê dîlgirtina Semra Guzel hate protestokirin. -
Bi atolyeya hunerê xwedî li bîranîna hevala xwe derdikevin
Li Mexmûrê, komek ji jin ên ciwan ji bo xwedîderketina li nav, ked û bîranîna hevala xwe Avyan Bûldan, li Atolyeya Şehîd Avyan Bûldan berhemên ji hunera destan çêdike. -
Li Rihayê jina bi navê A.E. hat qetilkirin
Li Rihayê jina bi navê A.E. ji aliyê mêrê ku wê dixwest dest ji wî berde hat qetilkirin. -
Li Wanê mirina bi guman a jinekê
Li navçeya Tûşba ya Wanê jina bi navê Dilay Yîgît bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. -
Girtina Guzel a HDP’yî hat şermezarkirin
Li Wanê girtina Semra Guzel a HDP’yî hat şermezarkirin. -
Ji Semra Guzel peyam: Bawer bikin, em ê bi ser bikevin
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku hat girtin peyam şand û got: “Ev pêvajo bi tevahî neqanûnî û bêhiqûqî ye. Ev biryara der barê min de siyasî ye. Lê bawer bikin, em ê bi ser bikevin, hêvî wê bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, dê jin bi ser bikevin." -
Jinan li gelek bajaran ji bo Semra Guzelê çalakî li dar xistin
Girtina Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin û hate diyarkirin ku sûcên li dijî Semra Guzel hatin kirin, erîşeke li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye. -
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat girtin
Di derbarê Semra Guzel de ya ku duh hatibû destgîrkirin û îro piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin biryara girtinê hat dayîn. -
Destgîrkirina Guzel a HDP’yî hat protestokirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê ku destgîrkirina Semra Guzel a HDP’yî protesto kir, got ku wê jin êrîşên desthilatê pûç bikin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê Semra Guzel îradeya me ye
Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir Semra Guzel îradeya gel û jinan e û got “Desthilata ku her carê dijminatiya xwe ya jinan şênber dike bila vê yekê baş zanibe ku jin tu carî naçewisin.” -
Parlementera HDP’ê Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
Parlementera HDP’ê Semra Guzel a ku duh hatibû destgîrkirin îro sewqî edliyeyê hate kirin. -
Nûda: Qirkirina jinan hişê şerê taybet e
Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir qirkirina jinan ji mêran wêdetir rejîma şerekî taybet, çek û hişê şerê taybet e. -
Duyemîn Kampa Jineolojiyê ya Giştî bi dawî bû
Kampa Akademiya Jineolojiyê ya li bajarê Montpellîer ê Fransayê ku têde jinên ji 13 gelên cuda anîbû cem hev bi dawî bû. -
Her ku lê dide, paşerojê misoger dike
Gerîlayên YJA Starê ne tenê şer dikin, her wiha berdêlan didin û nirxan diafirînin. Zanin ku dîrokê dinivîsînin ku paşerojê diyar dikin. Bi vê têgihiştinê lê didin. Zanin ku li ku didin û çi qezenç dikin. -
Bi Pira Malabadî ve pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan‘ hat daliqandin
Jinan pankart û wêneyê Aysel Tûglûk a tevî nexweşiya wê pêş ve diçe jî nayê berdan li ser, bi Pira Malabadî ve daliqandin. -
2 jinên din hatin qetilkirin
Li Edeneyê jineke 24 salî û li Aydinê jî jineke 33 salî hatin qetilkirin. -
Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin derket
Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya 210'an de giranî da ser têkoşîna jinê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê û bi manşeta "Berxwedan ji bo azadiya jinê ye" derket." -
Li Erebistana Siûdî 45 sal cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn
Li Erebistana Siûdî, li jina bi navê Nourah bint Saeed al Qahtani 45 sal cezayê girtîgehê hat birîn. -
KJK: Divê em li her derê ji dijmin hesab bipirsin
KJK’ê bal kişand ser zêdebûna êrîşên di pêvajoya dawî de û got, “Em weke jin divê di vê pêvajoya hestiyar de bi awayekî herî xurt rola pêşengiyê bilîzin. Divê em gel û dostên xwe li her derê seferber bikin, rabin ser piyan û ji dijmin hesab bipirsin.” -
Daraza Tirk tecawizkar serbest berda
Li Mêrdînê kesê ku tecawizî zaroka 14 salî kiribû, serbest hate berdan.