Bi Pira Malabadî ve pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan‘ hat daliqandin
Jinan pankart û wêneyê Aysel Tûglûk a tevî nexweşiya wê pêş ve diçe jî nayê berdan li ser, bi Pira Malabadî ve daliqandin.
Jinan pankart û wêneyê Aysel Tûglûk a tevî nexweşiya wê pêş ve diçe jî nayê berdan li ser, bi Pira Malabadî ve daliqandin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pankarta ku wêneyê Aysel Tûglûk a nexweşa demansê û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê ragirtin li ser, bi Pira Malabadî ya di navbera navçeya Farqîna Amedê û Êlihê de ve daliqandin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û gelek aktivîstên TJA’yê tev li çalakiyê bûn.
Jinan piştî ku posterê “Bila Aysel Tûglûk bê berdan” a bi wêneyê Tûglûk li ser bi pirê ve daliqandin, bi dirûşm û çepikan dawî li çalakiya xwe anîn.