Girtina Guzel a HDP’yî hat şermezarkirin

Li Wanê girtina Semra Guzel a HDP’yî hat şermezarkirin.

Girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a ku mafê wê yê parêzbendiyê hat desteserkirin, li navçeya Ertemêtana Wanê hat şermezarkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER),Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn

Çalakî li ber derê avahiya HDP’ê hat lidarxistin û Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan jî tevlî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de pankarta bi Kurdî “Semra Guzel parlementera gel e, vîna jinan e, hûn nikarin serê me bitewînin” hate vekirin. Gel tim û tim dirûşme “Kurd serî natewînin” berz kirin.

Hevseroka HDP'a Wanê Handan Karakoyûn destnîşan kir ku Guzel weke ku tê îdiakirin ne li Edîrneyê, li Stenbolê hatiye destgîrkirin û got: “Agahiyên ku dibêjin perûk kiriye serê xwe, hewl daye xwe kamûfle bike ji derveyî rastiyê ne.”

Karakoyun diyar kir ku Guzel li hemberî her curên zehmetiyê têkoşiya ye û wiha got: “Ne mumkûn e, hevalên me yên ku heta îro li hemberî her curên êrîşan li ber xwe dane û bi werekî têkoşiyane, dev ji têkoşîn û berdelên vê berde. Helbet em baweriya xwe bi daraza siyasî ku di bin kontrola desthilatê de ye, naynin. Baweriya me pê nayê ku ev daraz biryareke bêalî, serbixwe û wijdanî bide. Lê em weke partiyeke siyasî li dijî zihniyeta AKP’ê û her curê amûrên wê têdikoşin.”