Înîsiyatifa Ji Rêber Apo Re Azadî, di 25’ê Xezîrana 2012’an de ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîlêanîna Pergala Qirkirinê ya Îmraliyê li bajarê Fransayê Strasbourgê çalakiya Nobeda Azadiyê da destpêkirin û çalakî heta niha jî bi biyardarî didomîne.
Nobed her hefte ji aliyê Kurdan û dostên wan yên Ewropî re bi awayekî komî didome. Koma ji Îngîltereyê hatî, di hefteya 653’emîn de nobed dewr girt.
Îsmet Serhad û Gezgor Kanîreşî di nav koma Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sheffieldê de cih girtin.
Îsmet Serhad, li ser navê komê axivî û got “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di heman demê de çareseriya demokratîk a aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Wek gelê Kurd em ê hem Rêberê xwe azad bikin hem jî destkeftiyên xwe biparêzin.”
Serhad diyar kir ku divê her kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên paramîlîter ên li ser Rojavayê dengê xwe bilind bike û got” Me çawa Kobanê parast, divê em îro jî bi heman ruhê seferberiyê Rojavayê biparêzin. Da ku em bikarin destkeftiyên xwe biparêzin divê em yekîtîya xwe ya netewî ava bikin.