Duyemîn Kampa Jineolojiyê ya Giştî bi dawî bû
Kampa Akademiya Jineolojiyê ya li bajarê Montpellîer ê Fransayê ku têde jinên ji 13 gelên cuda anîbû cem hev bi dawî bû.
Kampa Akademiya Jineolojiyê ya li bajarê Montpellîer ê Fransayê ku têde jinên ji 13 gelên cuda anîbû cem hev bi dawî bû.
Akademiya Jineolojiyê piştî bi dehan kampên xwecihî ku ev pênc salin li welatên cuda organîze dike, kampa xwe ya duyemîn ku tê de jinên ku di xebatên jineolojiyê de çalak dibin li hev kom dibin, organîze kir.
Kampa ku di navbera 26-31’ê Tebaxê de li bajarê Montpellîler ê Fransayê hate organîzekirin, diyarî fermandara YJA STAR’ê Armanc Goşkar ê di sala 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû, hat kirin.
Kampa Jineolojiyê yekem car di sala 2017’an de bi civîna jinên ji 9 welatên cuda li Navenda Civata Jinan a Ûtamara destpê kir.
Piştî vê destpêkê 20 kampên herêmî li erdnîgariyên cuda yên wekî Katalonya, Welatê Bask, Îtalya, Îngilistan, Elmanya, Portekîz û herî dawî jî Fransa hatin organîzekirin, bi giranî li ser kampên herêmî ku jin dikarin di warê ziman, çand û karakterê civakî de hevbeş bibin, hatin organîzekirin.
Ji wê demê ve jinên ku bi tevnên cuda yên xebatê hatin cem hev, di kampa duyemîn a giştî de zehmetiyên di pratîkê de derketinî û zîhniyeta ku wê afirandiye nîqaş kirin.
Di kampê de jinên ji 13 neteweyên cuda hatin gel hev, lê ligel cudahiyên çand û ziman, xetimandinên ku di pratîkê de pêre rû bi rû manî, di çarçoveya rêbaz û zîhniyeta jineolojiyê de hatin nîqaşkirin.
Li kampê ku her qada xebatê ku bi pankart û rengê xwe beşdar bibû, bi 5 zimanên cuda (Îngilîzî, Îspanyolî, Fransî, Îtalî û Tirkî) wergera hemwext hat pêşkêşkirin.
Di vekirina kampê ya 26’ê Tebaxê de Sînevîzyona ku ji rojnivîsên Şehîd Armanc Goşkar hatibû berhevkirin û bi Îngîlîzî hatibû amadekirin, hat temaşekirin.
Piştre beşdaran çîrokên jinên ku di şerê li ser xaka xwe de jiyana xwe ji dest dane vegotin.
Piştî temaşekirina sînevîzyona Akademiya Jineolojiyê û Jinwar, her herêmekê ragihand bê ka xebatên jineolojiyê çawa destpê kir û pêş ket.
Di 26’ê Tebaxê piştî nîvro de, li ser çawaniya girêdana dîrok û civaknasiyê û bandora wê li ser têkoşîna azadiyê, du axaftin hatin kirin.
Roja din bi heman sernavê bi sernavê “Bandora dîroka nêz a li ser civaknasiya jinê” kurte pêşkêşiyek hate kirin.
Beşdarên koma ji Fransayê hatibû jî komxebatek a ku hewl dan bi danîna girêdana di navbera dîrok û civaknasiyê de li ser lêkolînan bisekinin birêve birin.
Di 27’ê Tebaxê de, di berdewamiya vê beşê de, bandorên çênekirina girêdana rast a di navbera dîrok û civaknasiyê de li ser xakên cuda hatin nîqaşkirin.
Piştî nîvro di rûniştina bi navê “Lêgerînên Ji Bo Veqetîna ji Baviksalarî û Modernîteya Kapîtalîst” de li ser têgînên lîberalîzm, şerê taybet û ferdperestiyê axaftinên kurt hatin kirin.
28’ê Tebaxê beriya nîvro di bin heman sernavê de li ser perwerdehiya şoreşgerî, girîngiya rêxistinbûnê û xweparastina bîrdozî kurte axaftin hatin kirin. Koma Adalar komxebata ku li ser perwerdehiya bi vê mijarê ve girêdayî bû rêvebir.
Piştî nîvro di çarçoveya rûniştina bi sernavê “Pêvajoya Avakirina Nasnameyên Civakî yên Pergala Baviksalarî Çawa Pêşket” de li ser nasnameya jinê û Kuştina Zilam, kurte axaftin hatin pêşkêşkirin.
Piştî axaftinên li ser cih û pêgeha jinê ya di jiyana civakî ya civakên Amazîng û Aymarayê de hatin kirin, komxebata têkildarî mijarê ji aliyê koma Îtalyayê ve hat organîzekirin.
Di 29’ê Tebaxê de di rûniştina bi navê “Em dikarin Mekanîzmaya Têkiliyên Civakî Çawa Biguherînin”, li ser têgînên cuda axaftin hatin pêşkêşkirin. Koma Katalonyayê komxebata bi navê Rizgariya bi Têgînan pêk anî.
Di konferansa ku danê nîvro li Berlînê wê bê lidarxistin de komên xebatê yên atolyeyan hatin cem hev.
Di 30’ê Tebaxê de ku di roja dawî ya kampê de ku amadekariyên wê ji meha Adarê û vir ve didome, pirsgirêkên pratîkî yên komên di tevna jineolojiyê de pêre rû bi rû mane û rêbazên derbaskirina wan hatin nîqaşkirin. Li ser mijarên bingehîn ên pêşerojê planên hevpar hatin çêkirin.
Danê êvarê bi beşdariya endamên Meclîsa Jinê ya Marsîlya û Montpellîerê moralek hate lidarxistin. Kampê piştî nirxandina giştî di 31’ê Tebaxê de bi dawî bû.