'Em bibin yek û destkeftiyên Rojavayê biparêzin’

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aslan û Hevseroka DBP’ê yê Navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê Hatice Sezgin beşdarî nobeda li ser sînorê Kobanê bûn û bangawaziya yekîtî û parastina destkeftiyên Rojavayê kirin.

Çalakiya Nobedê ya ku li ser sînorê Kobanê, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî êrîşên dagirheriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 4’emîn de didome.

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aslan di nobeta ser sînorê Kobanê de ji ANF’ê re axivî û got: “Rojava û Kobanê bi êrîşên DAIŞ’ê re ji bo Kurdan bûn herêmên gelek muhîm. Me 10 sal berê li vir çawa li dijî çeteyên DAIŞ’ê Kobanê rizgar kir, em ê dîsa bi heman ruhî li dijî çeteyên SMO’yê Rojavayê û kesûkarên xwe yên li wor azad bikin.”
Aslan wiha dewam kir: “Destkeftiyên di 10 salên dawî de li Rojava hatine bidestxistin ji bo gelê Kurd destkeftiyên jêneger in; ez li vir bangî hemû ciwanên Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst dikim û dibêjim em li dijî şer aşîtiyê, li dijî esaretê azadiyê pêk bînin.”

Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Şahinbeyê ya Dîlokê Hatice Sezgin jî ji ANF’ê re axivî û got: “Rewşa ku li Rojavayê diqewime bi rastî jî serhildanek e û em bi dil û can bi hevalên xwe re ne. Dawiya dawî em li ser heman xakê dijîn, em mirovên heman civakê ne.”

‘MODELA ROJAVAYÊ LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ DERBEYEKE MEZIN E’

Hatice Sezgin wiha axivî:

“Ez li vir bangî hemû gelan dikim, werin em bibin yek û bi aşîtî, biratî û temsîliyeta wekhev jiyanê ava bikin. Herî baş dayik dizanin ka zarokek çawa tê mezinkirin; zehmetî û cefaya tê kêşan herî baş ew dizanin. Yanî Tirkiye ji alîyekê ve dibêje ‘çareserî’, ji aliyê din ve dibêje ez ê Rojavayê xilas bikim. Bi çeteyên li Sûriyeyê re hevdîtinan dike lê çima bi hêzên li Rojava re hevdîtinan nake? Divê destkeftiyên li Rojavayê werin parastin çinku modela Rojavayê ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Her wiha hêzên kapîtalîst li dijî modela Rojavayê derdikevin çinku modela Rojavayê li dijî kapîtalîzmê derbeyeke mezin e.”