Destgîrkirina Guzel a HDP’yî hat protestokirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê ku destgîrkirina Semra Guzel a HDP’yî protesto kir, got ku wê jin êrîşên desthilatê pûç bikin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê ku destgîrkirina Semra Guzel a HDP’yî protesto kir, got ku wê jin êrîşên desthilatê pûç bikin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê têkildarê destgîrkirin û hedefgirtina parlamenter Semra Guzelê li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel vîna me ye” hat vekirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Semra Guzel rûmeta me ye” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Li ser navê girseyê endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê Hamdiye Kirici daxuyanî xwend.
‘ÊRÎŞA BI SER ÎRADEYA JINAN’
Kirici bi bîr xist ku ev demek e desthilatdarî li dijî Guzelê kampanyayeke lîncê daye destpêkirin û ji ber wêneyekî parlementeriya wê kiriye hedef û got: “Ji bo betalkirina mafê destnedayînê yê wê û fezlekeyên di derbarê wê de liv û tevgerek çêbûye.
Desthilatdarî bi zindîkirina şer, dixwaze di plana xwe ya hilweşînê de ya ku li dijî partiya me û meclîsa jinan daye destpêkirin bigihije encamê. Ev êrîşa li dijî hevrêya me Semrayê jî, israrkirina di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. Nehesibandina êşa hevpar a gelê Kurd û jinên Kurd e. Bi awayekî bêhiqûqî destgîrkirina parlamentera me Semra Guzelê, êrîşa li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye.
Armanca bi van êrîşan tepisandina têkoşîna bi rûmet a hêzên demokrasiyê ye û jin wê van êrîşan pûç bikin.”
Daxuyanî, piştî axaftinê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.