Nobeda li ser sînorê Qamişloyê: Heta êriş bisekinin em li ser piyan e!

Di çalakiya nobedê de ya li ser sînorê Qamişloyê hate destnîşankirin ku heta êrişên dagirkeriyê dewam bikin wê gelê Kurd li ser piyan be û hate gotin, "Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye."

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 14’an de didome. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin ser sînor, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Çalakvan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin. Di nobetê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin jî hatin hilgirtin.

Dayikan bi stranên xwe piştevaniya nobetê kirin. Her wiha ji Sêrtê şandeyek îro tev li nobetê bû. Di nobetê de daxuyanî hate dayin.

Dayika Aştiyê Perîhan Altug di daxuyaniyê de wiha got: “Rojava di bin berpirsyariya me hemûyan de ye. Em hemû di bin şer û bombebaranê de ne. Ji bo dawî li vî şerî, xwînrijandin û şerê qirêj bînin em li vir in. Yên ku li her derê vê xwînrijandin û şerê qirêj bi dawî bikin em Kurd in. Em Kurd in û li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Em 40 sal jî têbikoşin, divê dawî ji şer bê. Kurd aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Şer bi kêrî kesî nayê. Şerê Rojava berpirsyariya me hemûyan e. Jin û zarok li wir tên qetilkirin. Êdî bes e û bila dayîk êdî negirîn. Em aştî û edaletê dixwazin."

Hevserokê DBP’a Sêrtê Mûstafa Dayanan axivî û got: “Dayikên me yên bi rûmet 14 roj in berxwedaneke hevpar nîşan didin. Şerê qirêj ê îro bi armanca tunekirina mirovahiyê ye. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em şer qebûl nakin. Gelê Rojava ji bo nasname, çand û hebûna xwe têdikoşe. Li dijî gelê Kurd her cure şerên qirêj tên meşandin. Serkeftina Rojava jî serkeftina vê derê ye. Em dilê Rojava ne. Werin em bibin yek. Em bang li dewleta Tirk dikin; em aştiyê dixwazin ne şer."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.