DBP: Gelên Sûriyeyê di bin talûkeyê de ne, em ê bêdeng nemînin

Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li ser Elewî û Xrîstiyanên li Sûriyeyê da û got: “Em ê li hember qirkirinên nû bêdeng nemînin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê êrîşên li Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê destûr nedin ku hişmendiya tarî careke din xwe dubare bike û hat gotin: “Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beasê ya di 8’ê Kanûnê de rewşeke nû ya zext û zordariyê rû da. HTŞ’ê piştî ku desthilat bi rê ve bir, wekî yên berî xwe polîtîkaya cudakariyê xist meriyetê.”

‘GEL BI GEFÊN NÛ RE RÛ BI RÛ NE’

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rêveberiya nû ya otorîter û mezhebî û wiha hat gotin: 

“Hêviya sereke ya gelên Sûriyeyê ew bû ku rêveberiyeke li hember nasnameyên cuda yên olî û mezhebî rêzdar û demokratîk were avakirin. Lê wekî tevahiya raya giştî jî dibîne, ev nêzî 20 rojan e HTŞ li dijî pêkhateyên cuda yên li Sûriyeyê helwesteke yekperest nîşan dide.

Hêj berî çend rojan li Hamayê Dara Noelê ji aliyê çeteyên birûpoş ve hat şewitandin; ev yek nîşaneya feraseta yekperestiyê ya rêveberiya Şamê ye. Rêveberiya heyî, bi zanebûn tevliheviyê çêdike û zextê li civakên Xrîstiyan dike. Divê rejîma otorîter vê helwesta xwe bi temamî biterikîne ku ev yek ji bo avakirina jiyaneke hevpar gelek giring e.”

‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’

Wekî ku di dîmenan de jî xuya dike, Elewî rastî miameleyên dermirovî û cudakariyê tên. Li Hûmûs, Hama, Ratûs û Lazqiyeyê midaxeleya çekdarî ya li dijî Elewiyên ku HTŞ protesto kirine, heqîqeta hişmendiya cudaker û mezhebî ya li Şamê derxist holê. Em vê hişmendiya ku bi qasî serê derziyê jî feydeya wê li jiyana hevpar û aşitiya Rojhilata Navîn nîne, ji nêz ve dinasin. Vê hişmendiyê di 2014’an de li Şengalê bi hezaran Êzidî qetil kirin. Vê hişmendiyê ji bo dagirkirina Kobanê serî li her cure lîstikê da. Em ê nehêlin ku li Sûriyeyê heman hişmendî xwe dubare bike û qetlîamên nû bike.”