Daraza Tirk tecawizkar serbest berda

Li Mêrdînê kesê ku tecawizî zaroka 14 salî kiribû, serbest hate berdan.

Li navçeyeke Mêrdînê Î.Y. (18) tecawizî zarokeke 14 salî kiribû.

Piştî ku zarokê ev tişt ji malbata xwe re got, giliyê êrîşkar hate kirin.

Î.Y. ê tecawizkar hate destgîrkirin û di telefona wî de dîmenê tecawizê hate dîtin. Î.Y. di îfadeyên xwe yên li emniyet û dozgeriyê li xwe mikur hat ku wî tecawizî zarokê kiriye.

Tecawizkar di parêznameya xwe ya li Hakimtiya Cezayê Sulhê li xwe mikur hat û îddîa kir ku ‘ev tişt dilê keçikê jî bûye’. Hakîmtiyê bi şertê ku hefteyekê carekê îmzeyê bide, Î.Y. serbest berda.

Malbata zaroka keç û dozgeriyê îtîrazî berdana Î.Y. dan û serî li dadgeheke bilindtir dan.