Li Stenbol û Semsûrê xwedî li Semra Guzel hate derketin

Li Stenbol û Semsûrê dîlgirtina Semra Guzel hate protestokirin.

STENBOL

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jin li Meydana Bagcilar hatin gel hevdu û ji bo Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel bertek nîşan dan. Jinan di heman demê de bertek nîşanî êşkencekirin û girtina Semra Guzel dan. Gelek saziyên jinan piştevaniya çalakiyê kirin. 

Jinên hatin meydanê pankarta "Hûn nikarin serî bi jinên Kurd bidin tewandin" vekirin. Jinan lîrandin û dirûşm "Semra Guzel rûmeta me ye","Semra Guzel îradeya me ye" berz kirin. 

Piştre Aktivîsta TJA'yê Tugba Ulug da zanîn Semra rêhevala wan e û ew ne îro ne jî sibehê serî ditewînin.

Çalakî bi dirûşm, lîrandin û çepikan bi dawî bû. 

SEMSÛR

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê têkilarî girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li ber avahiya HDP'ê ya Semsûrê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek endamên partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Semra Guzel parlamentera gel, îradeya jinan e" hat vekirin. 

Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekir Gunduz da zanîn rakirina destnedayin parlamentera ya demildest encama meseleya Kurd a tê înkarkirin e û got:"Di destpêkê de Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu û îktidara AKP-MHP'ê senaryoya Semra Guzel nivîsand û destnedayina wê rakirin û piştre girtin. Kesên dibêjin qey wê bi van operasyonan îradeya gelê Kurd wê bê şikandin dîtin ku ev sed sal in xwe dixapînin lê belê hîn jî nesekinîn. Guzel li dijî van lîstikên qirêj serî netewand. Ev kevneşopiya xwe domand. "

Daxuyanî bi dirûşmên "Semra Guzel îradeya me ye","Zext nikare serî bi me bide tewandin" bi dawî bû.