2 jinên din hatin qetilkirin

Li Edeneyê jineke 24 salî û li Aydinê jî jineke 33 salî hatin qetilkirin.

Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê jina bi navê Şermîn Sari (24) ji aliyê Erhan Poyraz ê ku 2 sal berê hev berdabûn, hate qetilkirin.

Hate ragihandin Sari 4 roj berê giliyê Erhan Poyraz kiriye û biryara divê Erhan Poyraz dûrî wê daye stendin.

Ligel ku biryar jî hebû Poyraz çûye mala ku Sari ya ku 2 zarokên wê heye û ew bi êşkenceyê kuştiye. Piştî cînayetê Poyraz teslîmî polîsan bû.

Li navçeya Koçarli ya Aydinê jî Mûstafa Aydogdû (32) bi alaveke tûj Necla Aydogdû (33) a ku pê re zewicîbû kuşt.

Aydogdû piştre ji aliyê jendirmeyan ve hate destgîrkirin.