Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat girtin
Di derbarê Semra Guzel de ya ku duh hatibû destgîrkirin û îro piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin biryara girtinê hat dayîn.
Di derbarê Semra Guzel de ya ku duh hatibû destgîrkirin û îro piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin biryara girtinê hat dayîn.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku mafê wê yê destnedayînê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, duh li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Guzel ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.
Guzel ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Guzel ku îfadeya wê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin.
Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" di derbarê Guzelê de biryara girtinê da.