Mêran di meha Tebaxê de 31 jin û 7 zarok qetil kirin

Mêran di êrîşên xwe yên meha Tebaxê de 31 jin û 7 zarok qetil kirin.

Li gor daneyên ku bîanetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kiriye, mêran di meha Tebaxê de herî kêm 31 jin û 7 zarok qetil kirine.

Di meha Tebaxê de mêran tundkarî herî kêm li 79 jinan kirine, herî kêm 12 zarokan îstismar kirine, herî kêm 13 jinan tacîz kirine û bi darê zorê bi 6 jinan fihûş dane kirin.

Mêran di meha Tirmehê de herî kêm 28 jin û zarokek qetil kiribûn.