Her ku lê dide, paşerojê misoger dike

Gerîlayên YJA Starê ne tenê şer dikin, her wiha berdêlan didin û nirxan diafirînin. Zanin ku dîrokê dinivîsînin ku paşerojê diyar dikin. Bi vê têgihiştinê lê didin. Zanin ku li ku didin û çi qezenç dikin.

Bi dehan, dibe ku bi sedan gerîla hene ku çiya wan weke sirekê di nava xwe de vedişêre. Gerîlayên YJA Starê hene ku mîna baweriya bi kedê ya gêrîkan jiyanê bi kedê diafirînin û bi rengekî fedaî li ber xwe didin. Ji bajarên cuda, ji nava jiyanên cuda û bi zimanên cuda tên, lê ji bo armancekê tên. Ew armanc jî azadî ye. Tekê dirûşmeke gerîla heye ku ji bo azadiyê sond xwariye: her ku lê dide e me ê qezenç bikin! Em dikarin vê yekê bi vî rengî zêde bikin; her ku li dagirkeran tê xistin em ê qezenç bikin, her ku li tecawizkaran tê xistin em ê qezenç bikin, her ku li faşîstan tê xistin em ê qezenç bikin, her ku li dewletê tê xistin em ê qezenç bikin, her ku li kujeran tê xistin em ê qezenç bikin.

Vaye gerîlayên YJA Starê li Cûdî, Amediyê, Şikefta Birîndara û Werxelê lê didin. Gotina, "Gerîlayên YJA Starê helîkoptereke bi tîpa Skorsky a dagirkeran xistin xwarê" gotineke bi bandor e ku derbasî dîroka azadiyê bibe.

Sekna gerîlayên YJA Starê ji bo azadiya jinan hemûyan mizgîniyeke mezin e. Gerîlayên YJA Starê li dijî yên ku mirovên bêguneh dikujin, li dijî yên ku nijadperestiyê dikin, li dijî dijminê mirovahiyê û yên çekên kîmyewî bi kar tînin, li dijî dewleta van, li dijî dewleta Tirk şer dikin. Ne tenê şer dikin, her wiha berdêlan didin û nirxan diafirînin. Haya gerîla jê heye ku dîrokê dinivîsînin û paşerojê diyar dikin. Bi vê têgihiştinê şer dikin. Zanin ku li ku derê dixin û çi qezenç dikin.