Jinên Merîwanî ji ber nebûna ewlehiya civakî xwepêşandanek kirin

Jinên Merîwanê ku li ber avahiya dozgeriyê ya li bajêr çalakî li dar xistin daxwaz kirin ku ewlehiya civakî bê dabînkirin.

Li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê hejmarek jin li ber avahiya dozgeriyê kom bûn û li hemberî nebûna ewlehiya civakî çalakiyek lidar xistin.

Jinên xwepêşander dovîzên ku li ser wan daxwazên xwe anîbûn ziman, hilgirtin.

Ev xwepêşandana jinan piştî bûyera jina ku dema dixwest ji destê zilamekê xwe rizgar bike ji avahiyê xwe avêtibû xwarê hat. Li gorî agahiyan rewşa jina ciwan a ji avahiyê xwe avêt xwarê li nexweşxaneyê giran e. Her wiha heta niha têkildarê rewşa wê jina ciwan ti agahiyeke zelal li ber dest nîne.

Rayedarên Îranê di demekê de diyar dikin ku ew ê ji bo pêşî li rewşê wiha bigirin wê zilamên tecawizkar destgîr bikin jî, lê heta niha gelek jinan bi xwe diyar kirine ku ji aliyê memûrên dewleta Îranê ve rastî tecawizê hatine.