Di Konferansa Jinan a Cîhanê de Atolyeya Jinelojiyê
Li Tûnisê 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê berdewam dike. Di Konferansêde Atolyeya Jinelojiyê hat çêkirin û bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di destketiyên jinan de.
Li Tûnisê 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê berdewam dike. Di Konferansêde Atolyeya Jinelojiyê hat çêkirin û bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di destketiyên jinan de.
Di 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de jinên ji Rojhilata Navîn, Afrîka û Ewropayê hatin ba hev. Konferansa jinan ku Tûnis jêre malovaniyê dike di roja 4’emîn de dewam dike. Li konferansa ku Nûjînha dişopîne, Atolyeya Jinelojiyê hat çêkirin. Jinan atolyeyên zanista jinê “Jineolojî” û rola jinên Kurd di azadiya jin û civakê de û rewşa jinê di qadên şer û pevçûnan de, kirin yek atolye û banga avakirina tevna xebatê û hewldanê kirin. Beşdaran li ser rola jinan di nava hêzên leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.
‘BI FELSEFEYA RÊBER APO DESTKETÎ BI DEST XISTIN’
Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Menal Mihemed destnîşan kir ku pêwistiya jinan bi şoreşa demokratîk heye. Mihemed bal kişand ser şoreşên li cihanê pêş dikevin û wiha got: “Gelek şoreş li cîhanê çêbûn lê şoreşa Rojava pir girîng e ji ber ku bi rêya wê jinan xwe bi rêxistin kirin û bûn sembol. Ev rizgarî û serkeftina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şopandina ramana Rêber Abdullah Ocalan pêk hat.”
Mihemed bal kişand ser rola şervanên jin bi taybetî jinên Kurd ya di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de û diyar kir ku divê jin ji bo mezinkirina têkoşînê bibin yek. Menal Mihemed qala xebatên Kongra Star û jinan kir û anî ziman ku Kongra Star hemû pêkhateyan tîne ba hev û bi rêya komîteyan jiyana xwe birêxistin dikin.
STAND HAT VEKIRIN
Ji aliyekî din ve, komek jin ji bo şermezarkirina binpêkirinên li ser jinên Filistînî, Kurd, Êzidî û Suryanî stand vekirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku binpêkirinên heyî bi dawî bibe. Jinan dirûşmeyên ji bo azadiya Filistîn,Kurdan û azadiya jinên girtî berz kirin.