Li Erebistana Siûdî 45 sal cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn
Li Erebistana Siûdî, li jina bi navê Nourah bint Saeed al Qahtani 45 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Erebistana Siûdî, li jina bi navê Nourah bint Saeed al Qahtani 45 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Li payitextê Erebistana Siûdî Riyadê, li jina bi navê Nourah bint Saeed al Qahtani ku ji eşîrek herî mezin ya herêmê ye bi hinceta bi medyaya dîjîtal zirer daye welêt 45 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dadgeha Cezayê Giran a Riyadê bi îdiayên "xerakirina yekitiya civakê" û “bêaramiyê“ 45 sal cezayê girtîgehê li Nourah bint Saeed al Qahtani birî.