'Sîstema Hevserokatiyê jinan hemûyan temsîl dike'
Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa destnîşan kir ku modela rêveberiya xweser li Rojhilata Navîn tecrûbeyeke nû ye û destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê jî jinan hemûyan temsîl dike.
Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa destnîşan kir ku modela rêveberiya xweser li Rojhilata Navîn tecrûbeyeke nû ye û destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê jî jinan hemûyan temsîl dike.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî aloziya Sûriyeyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe kom kirin. Piştî wê demekê sîstema Rêveberiya Xweser derket û cara yekem li Efrînê Rêveberiya Xweser hate îlankirin. Piştre yekemcar li Efrînê sîstema hevserokatiyê hat avakirin û her kes di nav de cih digirt. Bi taybet jinê rola herî mezin girt ser milê xwe. Ji ber ku vê sîstemê xeteriyeke li ser hêzên hegemon dida çêkirin, ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser û heta niha her tim projeya Rêveberiya Xweser tê hedef girtin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka xwe bi xwîna zarokên xwe dane avdan û bi israr in ku di asta herî jor de li ber xwe bidin.
Hevseroka Kantona Efrînê ya berê Hêvî Mustafa ku cara destpêkê di nav sîstema Rêveberiya Xweser de weke hevserok cih girtiye, têkildarî tecrûbeya di avakirina Rêveberiya Xweser de ji ANF’ê re axivî.
Hêvî Mustafa di destpêka axaftina xwe diyar kir ku Rêveberiya Xweser bû tecrube ku gelê herêmê û her kes bi nasnameya xwe bi rêve bibe û wiha got: “Ev tiştek gelek girîng bû ji ber ku bû tecrubeyeke nû di cîhanê de. Cihekî weke rojhilata navîn û bi taybet di nav aloziya Sûriyeyê de, sîstemeke wiha gelek bal dikişand. Di despêka îlankirina Rêveberiya Xweser de heta astekê ne qebûlkirin di nav gel de hebû. Ji ber ku gelê li Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd fêrî sîstema xwe bi xwe bi rêvebirinê nebûbû. Lê rojane bi riya perwerdeyê, di hişmendiya civakê de guhartineke hate avakirin. Bi hêza xwe bawer kirin çêbû û bû cara yekemîn ku gel xwe bi nasnameya xwe ya olî, netewî û her pêkhateyê xwe îfade bike. Bi vê yekê re qebûlkirinek çêbû û gel li dora Rêveberiya Xweser kom bûn.”
‘ROJANE BI KEDA KU HAT DAYÎN, HIŞMENDIYA CIVAKÊ YA DI DERBARÊ JIN DE HAT GUHERTIN’
Hêvî da zanîn ku di sala 2014’an de dema cara destpêkê Rêveberiya Xweser li her sê kantonan hate ragihandin, hin astengî çêbûn û wiha pêde çû: “Ji ber ku gel ji ber wan sîstemên hegemon fêrî xwe bi xwe rêvebirinê nebûbû. Dema di sala 2014’an de Rêveberiya Xweser hate îlankirin, li Kantona Efrînê ti cudahî çênebû. Ji ber ku li Efrînê cara yekem jinê di rêveberiya hermêmê de cih girt. Ji bo wê hêzek mezin dihat dixwest da ku jin bikaribe kantonekê bi rêve bibe û sîstema Rêveberiya Xweser di nav civakê de bide qebûlkirin. Piştî du sala ku xebat di vê alî de li kantona Efrînê hate kirin sîstema hevserokatiyê hate avakirin ku ew jî sîstemeke cara yekem li Efrînê hat despêkirin. Di wir de wateyeke mezin hate dînîn, ji ber bareke gelek giran bû û divê rola jinê baş bihata îspatkirin ku jin di wir de nûneriya hemû jinên aşîtîxwaz û demokrak dike. Rojane bi keda ku hatiye dayîn hişmendiya civakê ya di derbarê jinê de hat guhertin.”
‘DESTKETIYÊN KU HATINE BI DESTXISTIN BI XWÎNA ZAROKÊN VÎ GELÎ YE’
Hevseroka Kantona Efrînê ya berê Hêvî Mustafa salvegera demezirandina Rêveberiya Xweser, li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hêviya ku di sala nû de herêmên dagirkirî bên rizgarkirin û careke din gelê herêmê di nav cih û warê xwe de bi cih bibin. Destketiyên ku hatine bi destxistin bi xwîna zarokên vî gelî ye. Ji bo wê me bang li gel kir ku li dora Rêveberiya Xweser bicivin û bi şerê taybet ê ku dijmin dixwaze li ser gel bide meşandin, bandor nebin.”