Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel destnedayîna wê hat rakirin û di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve hat birêvebirin di 3’yê îlonê de li Stenbolê hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Guzel bi rêya parêzerên xwe peyam şand.
Peyama Guzel wiha ye:
“Silav ji her kesî re, berî her tiştî divê ez bibêjim ku ez pir baş im ji ber ku ez mafdar im û em mafdar in. Me hemûyan pêvajo ji nêz ve dişopand, ev pêvajo bi tevahî neqanûnî û bêhiqûqî ye. Ev biryara der barê min de siyasî ye. Lê bawer bikin, em ê bi ser bikevin, hêvî wê bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, dê jin bi ser bikevin, dê gel bi ser bikevin. Ez ji we hemûyan hez dikim û bi rêzdarî we silav dikim…”