Li Wanê mirina bi guman a jinekê

Hat îdiakirin ku Neslîhan Arvas, gava paqijkirina cama xaniya xwe ji qata çaran de ketiye.

Li taxa Alîpaşa ya navçeya Rêya Armûşê a Wanê, duh serê sibehê jina bi navê Neslîhan Arvas, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Arvas dema paqijkirina cama mala xwe ji qata 4’an de ketiye xwarê.

Neslîhan bi giranî birîndar bû û ji aliyê xizmên xwe sewqê nexweşxaneyê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Neslîhan Arvas, piştî otopsiyê hat veşartin. Endamên Komeleya Jinan a Star’ê ku serdana malbata Neslîhan Arvasê kir, di der barê bûyerê de agahî wergirtin.