Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku destnedayîna wê wê piştî hedef hatibû nîşandan hatibû rakirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê Îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Lê Guzel a tevî van hewldanan jî serê xwe netewand, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê hate girtin. Jinên HDP’î li gelek bajaran girtina Guzelê bi çalakiyan protesto kir.
AMED
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) girtina Parlamentera HDP‘ê ya Amedê Semra Guzel li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettin Altûn, nûnerên sazî û dezgehên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta ku li ser "Semra Guzel vîna gel e, hûn nikarin serê me bitewînin" dinivîsî hilgirtin.
Berdevka DAKAP'ê Kiymet Yildiz, daxuyanî xwend. Yildiz anî ziman ku azadiya Semra Guzel ku ji aliyê desthilatê ve hedef hatiye girtin, bi komployekê hatiye desteserkirin û wiha got: “Yên ku her carê bi feraseteke nû ya êrîş û kînê nêzê jinan dibin; ev polîtîkayên ku dixwazin vê krîza piralî ya ku tê jiyîn veşêrin, wekî duh wê îro jî neyên meşandin. Kesên ku dizî û nelirêtiya bi her curî dikin, li vî welatî destên xwe dihejînin û li kirina sûcê xwe dewam dikin. Yên ku parlamentera me Semra dikin hedef, li ser çaresernebûna pirsgirêka Kurd israr dikin. Êşa ku gelê Kurd û jin dijîn tune tê hesibandin.”
‘EV ÊRÎŞ LI DIJÎ VÎNA JINÊ YE’
Yildiz destnîşan kir ku Semra Guzel bi awayekî derqanûnî hatiye destgîrkirin û medyaya alîgir carek a din bi nûçeyên derewîn dijminatiya xwe ya li hemberî jinan da nîşan da û wiha domand: “Ev êrîşa ku li dijî vîna jinê ye, nekarîne tehemûlê dîtina jinan di nava siyasetê de bikin. Li ser medyaya dîjîtal û qenalên nûçeyan dîmenên hevrêya me Semra Guzel ku duh destgîr kirin û birin edliyeyê hatin parvekirin, di dîmenan de sûcên êşkence, miameleya xerab û heqaretê hebûn. Aşkere ye ku siyaseta çewisandin û tirsandinê ya li dijî siyasetmedarên jin û bi taybetî jinên têkoşer ên Kurd her tim li ber çavan e. Bê şik ev rêbaz di her qada giştî, siyasî û takekesî de; Weke ronîkirina zexta li ser jinê, têkoşîna jinê, demokrasî û mafên mirovan tê xwestin ku têkoşîna jinê jî bê derbkirin û tirsandin. Ji bo hemû jinên ku ji berê heta niha li dijî pergala serdest a mêr bi israr têdikoşin; ji aliyê rayedarên dewletê ve bi taybetî li ser jinên Kurd zext, êşkence û miameleya xerab heye. Em serdestiya sîstematîzekirina mêtingeriyê; ji miameleya li Semra Guzelê hat kirin, em ji Aysel Tûglûk, Sevîl Rojbîn Çetîn, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, gelek jinên kedkar û hevşaredarên hilbijartî yên ku qeyûm tayînê şûna wan hatine kirin nas dikin. Sûcên li dijî Semra Guzel hatin kirin, êrîşeke li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye. Bila desthilata mêr baş bizane ku em jin serî natewînin.”
‘AKP-MHP LI SER DIJIMINATIYA KURDAN DESTHILATDARIYA XWE DIDOMÎNE’
Piştî daxuyaniyê Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê demeke dirêj e desthilatdariya xwe li ser dijminatiya gelê Kurd û jinan didomîne û got ku desthilata AKP'ê di sala 2015’an de dev ji çareseriya pirsgireka Kurd berda û li polîtikayên dewletê yên tunehesibandinê ku bi salanê li ser gelê kurd hatiyê ferzkirin, vegeriya. Başaran destnîşan kir ku ew polîtîka her tim têk çûn û wê têk biçin. Başaran bi lêv kir ku piştî 2015’an desthilatdariya AKP'ê bi polîtkayên qeyûman dest danîn ser şaredariyan û wiha got: “Ew polîtikayên AKP'ê bi rehîn girtina hevalên me û talan kirina bajaran dewam dike. Ji wê salê heta bi niha li Amedê 2 caran qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Şaredariyên me 2 caran ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hat dagirkirin. Parlamenteriya gelek hevalên me rakirin û niha jî di girtîgehan de rehîn girtine. Girtina Semra Guzel jî giredayê wan polîtikayan e.”
‘HEKÊ HÛN LI SÛC DIGERIN BIÇIN LI EYNIKÊ BINÊRIN’
Di berdewama axaftina xwe de Başaran bi bîr xist ku wêneyên Semra Guzel di pêvajoya çareseriye de hatine kişandin û wiha pê dê çû: “Di pêvajoya çareseriye de çapemeniya AKP'ê jî diçû wan deran. Lê niha heman çapemenî li ser wan wêneyan kampanyayek a lîncê daye destpêkirin û piştî kampanyaya lîncê di meclîse de dest danîn ser parlamenteriya hevala me. Duh jî dema parlamentera me hat girtin jî ew polîtîka bi awayekî şênber hat xuya kirin. Lê çawa ku hevala me Semra Guzel serî netewand em jî li hemberê wan polîtikayan serî netewînin. Wêzîrê karê sûc bi hemû kesen ku dizî, tecawiz, qetilam kirine re wêne kişandine. Lê tevî vê yekê jî ew derketiye hevala me sûcdar dike. Heke yekî ku bê darizandin hebe ew jî wezîrê karê sûc e. Lê qet şerim nakin û partiya me dikin hedef. Em ji vir ji wan re dibêjin, hekê hûn li sûc digerin, têkçûyinê digerin biçin li eynikê binerin.”
‘SEMRA GUZEL VÎNA VÎ GELÎ YE’
Başaran di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê li ser dijminatiya Kurdan dixwazê desthilatdariya xwe dirêj bike û axaftina xwe wiha qedand: “Semra Guzel vîna bi milyonan mirovan e. Tiştekî ku hevala me jê şerim bike tune ye. Bi hezaran wêneyên dijminatiya Kurdan hene. Yek, jî wêneyê bavê ku wê rojê li Amedê hestiyê lawê wî di kîsekî de dan wî ye. Ew e wêneyê dijminatiya Kurdan. Ayşe Gokkan ji ber têkoşîna jinan dida 30 sal ceza lê hat birîn. Ew e dijminatiya jinan û Kurdan. Her wiha Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ku tevî nexweşiyê di girtîgehê de ragirtine. Wekî ku hevala me Semra Guzel jî digot ‘Wan dixwest serê min bitewînin lê min serî netewand.’ Em jî serî natewînin û tekoşîna me wê bidome. Semra Guzel vîna vî gelî ye.”
RIHA
Di pêşengtiya Rêxistina HDP‘a Rihayê de li pêş Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li Rihayê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên HDP’ê Ayse Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarê daxuyaniyê bûn. Girseyê ji avahiya HDP’a Rihayê heta cihê daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “HDP gel e, gel li vire ” meşiyan û pankarta “Semra Guzel wekîla gel, vîna jinan e” vekir.
‘SERÊ ME BILIND E’
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Semra Guzel serî netewand û got: “Tiştên qewimîn bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû hatin kirin. Semra Guzel vîna jinan e. Serê me bilind e. Ew yek ji jinên berxwedêr a vî gelî ye. Em ê heta dawiyê têkoşîna li dijî vê pergalê bidomînin.”
AGIRÎ
Li navçeya Bazîda Agiriyê jî li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Bazîdê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede parlamentera min” hate vekirin. Rêveberê HDP’ê Sûat Yîgît ê di çalakiyê de axivî wiha got: “Hûn ê li pêşberî berxwedana serê birûmet ê we hewl da bitewînin, winda bikin. Beriya sed salan we hewil da serê Şêx Seîd û Seyîd Riza bitewînin. Evqas sal in ev kevneşopiya îttîhadiyan dewam dike. Me, serokên ku lêdan, cenazeyên hatin teşhîrkirin, nûnerên polîtîk ên bi paş ve hatin kelemçekirin dîtin, lê hêj kesekî ku serî tewandiye nedîtiye.”
ÇANAKKALE
Rêxistina HDP’a Çanakkaleyê jî bi civîneke çapemeniyê bertek nîşanê girtina Guzelê da. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Gonul Baklaci bi lêv kir ku girtina Semra Guzel senaryoyek e. Baklaci, bertek nîşanê daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû dan û wiha got: “Em dizanin ku hikûmet dixwaze têkoşîna me ya mafdar dirêj bike û tirsê li ser civaka Tirkiyeyê serdest bike. Lê bila neyê jibîrkirin ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê wê di rû û çavên tu kesî ji me de tirsê nebine. Mîna demên buhurî, gelê Kurd wê îro jî û siberojê jî ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî bi paş ve neavêje. Me, li hemberê zilma we serî netewand û em ê serî netewînin. Em ê heta dawiyê îradeya xwe biparêzin.”